Dema min ev nivîs dinivîsand, ajansan radigîhandin ku li Cizîrê di encama topbarana hêzên dewletê de 9 kes ji 37 birîndarên ku di xaniyekî de ase mane, bi şewatê jiyana xwe ji dest dane û dewlet nahêle ku ambûlans wan ji wir derêxe.
Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu jî di dema ev nûçe dihatin belavkirin, li Mêrdînê qaşo pilanekî nû yê tedbîran aşkere dikir û bahsa jiholêrakirina cûdahiya di navbera dewlet û xelkê de dikir. Bi dûbarekirina heman çîrokan, şerekî xurt ê psîkolojîk jî li gel komkujiyê bi rê ve dibin…
Ji pratîk û daxuyaniyên berdevkên dewletê Tirk wer tê famkirin ku di feraseta wan de tu fikir û pilanên aştiyane, aramî û çareseriyeke bi rêyên diyalogê tune ye. Her amadekariya xwe ji bo komkujî, koçberkirin û asîmîlasyonê dikin. Yanî hê jî di Pilana Islahkirina Şerqê ya sed sal berê (1926) ji bo înkar û jiholêrakirina hebûn û nasnameya Kurdî amade kiribûn de bi israr in. Ji ber vê ye ku Davutoglu bahsa piştî têkbirina berxwedanê, pêkanîna pilanekî din ê ’islahkirinê’ dike.
Wer xuya ye; ku bi derewên xwe bi xwe bawer dikin û difikirin ku herkes jî mîna wan bi wan derewan bawer dike! Ew herçiqas meseleyê mîna meseleyeke asayîşî ya li çend taxan nîşan bidin jî, hê fam nakin an jî naxwazin fam bikin; ku Kurd pêşketinan wek meseleya Kurdistanî û statûyekî siyasî yê Kurdî hiltînin dest û dişopînin.
Bi krîzên bi Rûsyayê re, bi rojevkirina pêşketinên li Sûriyê û bi her roj sê çar caran di televîzyonan de daxuyanîdayinê ve bixwazin elaqeya xelkê ji pirsgirêkê dûr bixin jî, pêşketin gorî dilê wan pêk nayên. Ji ber ku li dijî herîkîna rastiya Kurdî melevanî dikin…
Herwiha hefteya çûyî qiravat xistin stûyên berdevkên Selefîst, ji bo hevdîtînên Sûriyê şandin Cenêvê û ji bo lidervehiştina temsîlbûna Kurdan her tişt kirin û di dawiyê de hevdîtin asteng kirin. Kurd tevlî Cenêvê nebûn, lê PYD, şervanên Kurd û rolê Kurdan ê di Sûriyeke nû de ji her mijarê zêdetir hate guftugokirin.
Raya giştî ya cîhanî gişt rastiya Kurdan dibînin û qebûl dikin, lê nûnerên dewleta Tirk hê jî li gel polîtîkayên komkujiyê, bi pilanên ’islahkirinê’ re hewil didin ku Kurdan bi pere û xaniyan bixapînin…
Li bakurê Kurdistanê avakirin û pêşxistina ’rêveberiyên cewherî’ êdî rojeva sereke ya civakî û siyasî ye, Kurd êdî paş ve gavan navêjin. Ev çend meh in pêşketinên li Bakur wek berxwedana gel a li bajaran xwe dide der, lê ji daxuyaniyên rêveberên KCK’ê mirov wer fam dike ku di rojên têyî de berxwedaneke giştî wê pêşbikeve. Rêveberê KCK’ê Dûran Kalkan di derbarê pêşketinan de got, “Aha zivistan jî bi dawî dibe. Wan digotin ’emê li vê zivistanê wan biperçiqînin’. Êdî ji wan re derbasî be!..“ Mirov dikane vegotinên Dûran Kalkan wek nîşaneya berfirehkirina berxwedana Kurdan a li seranserê bakurê Kurdistanê bixwîne.
Dil dixwaze, ku dewleta Tirk, pêşketinên li Rojihalat Navîn û di nava van pêşketinan de rewş û rastiya Kurdan rast bixwîne; dest ji polîtîkayên komkujiyê berde û vegerên ser maseya çareseriyê ya bi rêyên aştiyane ku zêdetir însan nemirin…
Ev rojana bi taybetî ji bo Kurdên Elewî rojên Xizir in. Bi rojîgirtin û niyazkirinê bang li Xizir dikin ku şer biqede, aştî û aramî bibe para Kurdan jî; bi taybetî jî ji xelkê me yê li Cizîrê û li Sûrê li ber xwe didin re.
Aştî û aramiyê bike para Kurdan jî ya Xizir!..