Tiştên ku mirov dikin mirov ev her pênc hêman in: Ked, ziman, hizir, çand û civakbûyîn. Lê di nav van de yek heye ku weke nasname û bîra civakê, gel û neteweyan derdikeve pêş. Van her çarên din jî di xwe de vedişêre û ji nifşan derbasî nifşan, ji raberdûyê derbasî pêşerojê dike.

Li vir têkilî û taybetiya ziman a bi dîrokê re jî derdikeve pêşiya me. Gotina "Kesê an jî gelê ku zimanê wî hebe dîroka wî jî heye", gotinekî rast e. Kesê an gelê ku zimanê wî nebe, dîroka wî jî nabe. Pirsgirêka ziman çawa ku bi çalakiya kes a afrîner ve girêdayî ye, her wisa bingehê 

diyarkirina hebûna wî ye jî. Dema zimanê kes ji destê wî tê girtin, ew dikeve rewş û asteke ku ji lawiran kêmtir û paşvetir e. Ziman navgînek xwezayî ye ku têgihîştinê di navbera mirovan de çêdike. Saziyeke çandî, neteweyî û civakî ye ku ji dengan hatiye hûnandin.

Ev e bi sedê sala ye ku zimanê kurdî bi hemû rêbazên tunekirinê rûbirû maye. Xaka vî zimanî talan û wêran kirine. Gelek deshilatdar xwestine ku vî zimanê dewlemend ji holê rakin, an jî bikin parçeyek ji zimanê xwe. Gihîştibû wê radeyê ku were bawerkirin, ku zimanê kurdî parçeyek ji zimanê farisî an jî tirkî ye.

Ne tenê ziman, çand jî wisa rastî qirkirinê dihat. Gelek deshilatdaran dixwestin ku çanda xwe li nav vî gelî belav bikin û çanda wan winda bikin. Lê dewlemendiya Kurdistanê, girêdana gel bi axa wê ve û dilnizmiya wan rê nedidan van hewldanên bênirx.

Li Rojavayê Kurdistanê ji ber ku rejîma BAAS zimanê kurdî, wekî her sê parçeyên din yên Kurdistanê qedexe kiribû ku li cihên fermî yên dewletê neyê bikaranîn û zimanê kurdî ji mafê perwerdehiyê bêpar bihêlin. Bi hemû awayan nedihişt ku kurd bi zimanê xwe bixwînin. Çi siyaseta heyî jî li ser wan didan meşandin û bi taybet jî dema projeya kembera erebî ku tê de hat nivîsîn dê çawa mabe jî, li ku derê be jî divê zimanê kurdî neyê bikaranîn. Vî tiştî hişt ku gelek kesên kurd ji bo berjewendiyên xwe zimanê xwe berdin û bi zimanê Erebî biaxivin. 

Di salên '80 de gihişt ku rejîm mamosteyên ereb ji bajarên mîna Heleb, Humis, Ladiqiyê, Şam û hwd bîne û wan di dibistanên ku zarokên kurdan tê de perwerdeyê dibînin, bi cih bike. Tevî ku mamosteyên kurd hebûn û 12-15 salan bi zimanê erebî xwendibûn. Lê gelek ji wan ji mafê perwerdehiyê bê par dihiştin, yan jî wan dişandin cihên dûr ku kurd lê tunebin. Da ku bi zimanê kurdî bi wan zarokan re neaxivin. 

Lê tevî vê jî, perwerdeyên zimanê kurdî di wan deman de bi dizî dihate dayîn. Di malan de gelek kes bi vî karê pîroz radibûn. Mîna Cegerxwîn, Osman Sebrî û hwd. ku kedeke wan a pir mezin heye, tevî ku rastî gelek îşkence û gefan dihatin û bi sedan şagirt ji bin destê wan fêrî ziman bûn.

Ji salên nodî û vir ve, tevgera azadiyê li Rojavayê Kurdistanê ji bo nequtbûyîna ji zimanê dayikê, kadroyên xwe yên ziman şandin, zarok kom dikirin û wan fêrî zimanê kurdî dikirin. Gelek dewreyên ziman li malên welatparêzan dihat dayin. Ev jî bi awayê nehênî bû. Jiber gef û girtina rejîmê tevlîbûna gel kêm bû. 

Ev rewş berdewam kir heya sala 2007'an ku bi awayekî fermî li bajarê Kobanê, konferansa yekemîn ya ziman çêbû, di konferansê de Saziya Zimanê Kurdî (SZK'ê) hat damezirandin. Ku ev sazî bi hemû kar û barên perwerdeya zimanê kurdî rabe û asta pêşketina ziman li Rojavayê Kurdistanê bilindtir bike. Lê jiber gef û tirsa ji dewletê, tevlîbûna ku dihat xwestin çênebû.

SZK'ê konferansa xwe ya duwemîn li Helebê lidar xist. Wê demê hin bi hin tevlîbûn û erêkirin ji aliyê gel ve çêdibû û fêrî ziman dibûn, lê dîsa jî veşartî bû. Bi despêka şoreşa Sûrî re, ev sazî bi awayekî fermî navendên SZK'ê vekirin. Gelek mamoste ji Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, ji bo destek dayina Şoreşa Rojava di milê ziman û perwerdehiyê de, li van navendan perwerdeya ziman dan. Ji bo mamosteyan amade bikin da ku derbasî dibistanên fermî bibin. 

 Di 19'ê meha 5'an de konferansa sêyemîn ya SZK'ê li bajarê Amûdê hat lidarxistin. Di konferansê de biryar hat girtin ku derbasî dibistanên seretayî bibin. Bernameya dersan wiha bû: Perwerdehiya di dibistanan de her hefteyê sê saetan be. Di wan mehên ku berî dibistan dest pê bikin SZK'ê gelek xebat dan meşandin, ji hêla perwerdehiyê ve, çi ji milê vekirina şaxên nû û çi dana astên ziman jî. Bi despêkirina dibistanan mamosteyên me derbasî dibistanên fermî bûn. Mamosteyên me rastî gelek astengiyan hatin. Ji hêla rêveberên dibistanên rejîmê ve, gihişt asta ku ev rêveber deriyê dibistanan bigirin û ji şagirtan re bêjin hew werin dibistanê. Van rêveberan tiştên herî kirêt dikirin da ku mamosteyên kurdî di dibistanan de bi cih nebin.

Mamosteyên kurd ên zimanê erebî didan jî rastî gelek gefan dihatin ji

hêla rêveber û mamosteyên ereb ve. Ji wan re dihate gotin "heke hûn piştgiriya mamosteyên kurdî bikin em ê we ji kar derxin". Tevlî van gefan hin mamosteyan gelek alîkarî dan mamosteyên me û gotinên rêveberên xwe ji xwe re nekirin asteng. Di wan deman de gelek tevlîbûna mamosteyan çêdibû. Bi fermana wezîrê perwerdehiya rejîmê,

hemû dibistanên ku zimanê kurdî tê de were dayîn, divê werin girtin û wiha çêbû. Lê mamosteyên me li vir nesekinîn û ev dibistan vekirin. Nêzî mehekê mamosteyên zimanê kurdî di van dibistanan de perwerdeya zimanê kurdî didan.

Paşê biryara me hat pejirandin ku heftiyê sê saet zimanê kurdî were dayîn. Divê neyê jibîr kirin ku partiyên kurd li Rojavayê Kurdistanê li hember derbasbûna dibistanan rabûn. Bi belavkirina ku "Şoreş e, ne dema ziman e", gelek ji van gotinan jî gerandin. Gelek endamên van partiyan zarokên xwe nedişandin dibistanên ku zimanê kurdî lê tê dayin. 

Zarokên xwe dişandin dibistanên taybet ên ku tenê zimanê erebî lê de tê dayin. Helwesta van partiyan bandor li gelek kesan kir. Hin malbat zarokên xwe neşandin dibistanan û hin malbat yek car ji welat bar kirin. Bi bahaneya ku zarokên wan ji xwendinê qut bûne. Lê ev helwestên wan negihiştin armanca ku dixwestin. Ji ber ku mamosteyên me rê nedan propagandayên van kesên nankor.

Mamosteyên me karê xwe bi her awayî dikirin bêyî ku valahî têkeve karê wan. Di beşê duwem de ji dibistanan, mamosteyên kurdî derbasî dibistanên navîn û amadeyî bûn. Dîsa rêveberên dibistanan êrîş birin ser mamosteyên kurdî. Lê hewildanên wan vala derketin û mamosteyên me xwe di dibistanan de isbat kirin. Di wan navberan de bê rawestan gelek perwerdeyên ziman li Rojava dihatin dayin.

Ji bo bilindkirina asta mamosteyan, ji hêla SZK'ê akademiyên ziman hatin vekirin. Li Efrînê akademiya bi navê Şehîd Ferzad Kemanger, li Kobanê bi navê Şehîd Viyan Amara û li Cizîrê bi navê Celadet Bedirxan hatin vekirin. Di van akademiyan de dersên ziman, wêje û dîrok tên 

dayin, ji bilî dersan jî hin dersên pedagojî û îdeolojî yên pêwistiyên mamosteyan bi wan heye tên dayin. Ji ber ku perwerdeya rejîmê li ser bingehê ku civakê ji xwe re bike kole, perwerdeyeke ne bi rêk û pêk dida.                

Li gel van karan jî komîteyek ji mamosteyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî û mamosteyên ji kantona Cizîrê hat avakirin. Komîteya pirtûkan li ser bingeha ku pirtûkên dîrok, bîrkarî, erdnîgarî, ziman, çand û hwd. amade bike. Ku em karibin sala were ji refê yekê heya refê şeşan materyal tev bi kurdî bin. Pirtûkên ku naveroka wan dagirtî be û karibe sîstema perwerdeya neteweya demokratîk daxîne nav gel.

Niha jî xebatên vekirina peymangehan li her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê tê kirin. Armanc jê ew e ku mamosteyan amade bike, ji bo ku sala were li ser rêbaza nû, zarokan perwerde bikin.