Navenda Çanda Ciwanan û Ciwanên Welatnparêz û Demokratîk ên girêdayî BDP'ê bi boneya bîranîna Ahmet Kaya ku li sirgûniyê jiyana xwe ji dest da dê bi dirûşmeya 'Huner çalakiya azadiyê ye" bernameya bîranînê pêk bînin.
Kaya ku piştî hate sirgûntirin di 16'ê mijdara 2000'an de li Parîsê jiyana xwe ji dest da her sal bi minasebeta salvegera wî bîranîn tên lidarxistin. Îsal jî Navenda Çanda Ciwanan û Ciwanên Welatnparêz û Demokratîk ên girêdayî BDP'ê bi boneya bîranîna Ahmet Kaya bi dirûşmeya 'Huner çalakiya azadiyê ye" bernameya bîranînê amade dikin. Navenda Çandê û Ciwanên Welatparêz dê di 17'ê mijdarê de bernameya bi bîraninê pêk bîne. Di bernameya bîranînê de dê Koma Gulen Xerzan, Koma Çiya, GKM, Grup Munzur bi sitranên kurdî û tirkî derkevin pêşberî hezyarên Ahmet Kaya. Parementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel û gelek kesên din jî dê beşdarî bîranînê bibin.
Aktîvistê GKM'ê Ridvan Ozturk, ragihand ku Ahmet Kaya ji bo ku li Tirkiyeyê rastiya gelê kurd bê naskirin têkoşiya û di vê rêyê de hate sirgunkirin
ANF/STENBOL