Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk di desteya giştî ya meclîsê de li ser êrîşa polîs a li dijî wî axivî.
Turk got diyar kir ku diyar kir ku ji ber alozî çareser bibe çûye cihê bûyerê, lê polîsan êrîşî wan kiriye û got; "Otobûsa me kişandin nav zeviyekê. Di nava deqîqeyekê de 10 bombeyên xazê avêtin otobûsê."

'Bûyer ne wekî ku Walî dibêje ye'
Turk diyar kir ku zêde bombeyên gazê avêtine wan û êrîşa polîsan weha rave kir: "Em ber bi qada Newrozê ve meşiyan. Dema ku em bi otobûsê diketin qada Newrozê 40-50 polîsan bi kevir û bombeyên xazê êrîşê me kirin. Camên otobûsê şikestin û bombeyên xazê ketin hundirê wesayîtê. Em derketin derve. Ez ji ser hişên xwe ve çûbûm. Polîsek nêzî min bû. Ez ne li benda nêzîkbûneke bi vî rengî bûm. Yekser çavê min yê çepê da ber mistan. Bûyer wekî ku Walî dibêje nîn e."

Walî dixwaze ser bûyerê bigire
Turk diyar kir ku li cihê bûyerê tenê ew û polîs hebûn û anî ziman ku Walî dixwaze ser bûyerê bigire û wendakirina dîmenên êrîşê weke parçeyek ji vê hewldanê nirxand. Turk got: "Ya xirab ew e ku walî hewl dide ku ser vê yekê bigire. Heta otobûs dikeve qadê dîmen hene lê piştî ku polîs êrîş dikin dîmen tên birîn. Dîmena ku dema li min dixin tune ne. Dîmen piştî ku em derbasî wesayîtê dibin dîsa dest pê dikin."

´Ev bûyerên xeter in´
Turk destnîşan kir ku ji êrîşê zêdetir hewldanên veşartina vê xeter dibîne û destnîşan kir ku şahidên bûyerê hene. Parlamenter Ahmet Turk weha axivî:"Tevî şahidan vê dikin. Hevalên me yên parlementer wî polîsî nas dikin. Polîsê ku ez bi wesayîta xwe birime diyar e. Komîserê bi 3 stêrk diyar e. Heke hikûmet bixwaze dikare vê bûyerê ronî bike. Heke ser vê bûyerê bigirin em ê li pey şopa vê bûyerê bikevin. Hinek wê wisa bi rehetî nekaribin bên û li herêmê bi rehetî bigerin."

DÎHA/ENQERE