Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AI), ji ber ku Dîrektora wan a Tirkiyeyê Îdîl Eser û gelek parezvanên mafên mirovan binçav kirin, Tirkiye şermezar kir. ÎHD jî nerazîbûna xwe nîşan da. 

Rêxistiniya Efûyê ya Navneteweyî ji ber ku Dîrketora wan Îdîl Eser û parêzvanên mafên mirovan ên ku ji bo semînerekê bidin hatibûn cem hev û li hotêla Buyukada ya ku lê diman binçav kirin û ew rewş piştî bi rojekê derkete holê, Tirkiye şermezar kir. Sekreterê Giştî Salil Shetty di daxuyaniyê de got, "Em dixwazin Îdîl Eser û yên ku pê re hatine binçavkirin di cih de bê şert û merc werin berdan. Di rewşa Tirkiyeyê ya giran de ku Erdogan li nêz e, li ser navê mirovên parazvanê mafên mirovan ku di nav çar dîwaran de ne, mirov biaxive û bixwaze ku serbest bêtin berdan, dema herî rast e."

Çalakgerên mafê mirovan ên hatin binçavkirin jî ev in; ji Komeleya Welatîbûnê, Nalan Erkem, ji Komîsyona Jinê, Îlknur Ustun, Dîrektora Tirkiyê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Idîl Eser, Endamê Desteya Rêveber ê Tirkiyê yê Rêxistina Efûyê, Velî Aci, endama Komeleya Rojeva Mafê Mirovan, Gunal Kurşun, ji Komelya Çavdêr a ji bo Mafê Wekhev, Nejat Taştan, ji Komeya Welatîbûnê Ozlem Dalkiran, aktîvîstê berê yê Mazlûm Derê, Şeyhmûz Ozbeklî û Alî Garawî yê ku moderatoriya civîna navbirî dikir.


Em ê destûrê nedin dîktatoriyê

Komleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî têkildarî 11 kesên binçavkirî daxuyaniyeke da û got, kirinên Rewşa Awarte hatiye rewşeke pir xeternak. Lê em ê destûra vê nedin dîktaroriyê. 


 NAVENDA NÛÇEYAN