
Akademîsyenên Başûrê Kurdistanê û Iraqê ji bo diyaloga di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de çêbibe û çareserkirina pirsgirêkên heyî, di nava hewldanan de ne.
Li Hewlêrê doh li Zanîngeha Libnanî bi navê ‘Bi danûstandin û guftûgoyê em çarenûsa xwe diyar dikin‘, akademîsyenên Başûrê Kurdistanê û Iraqê konferansek li dar xist.
Têkildarî armanca konferansê endamê Komîsyona Konferansê Dr. Rêbîn Selam me got; “Armanca me ew e ku em zemînekê akademîk ji bo destpêkirina guftûgoyên hevseng di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de, ji bo çareserkirina pirsgirêkan çêkin. Ji bo rewşeke baş a Iraq û Herêma Kurdistanê pêk were.”
Hêjayî gotinê ye, piştî referandûma 25’ê Îlonê ya li Herêma Kurdistanê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de gelekî aloz bûne û rawestiyane. Her çiqasî Herêma Kurdistanê banga diyalogê dike jî Hikûmeta Iraqê hê nepejirandiye ku dest bi diyalogê bike.
HEWLÊR / ROJNEWS