Akademiya Biharê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî dixwaze bê pere derfeta minaqeşekirina mijarên akademîk ên kurdolojiyê li derveyî zanîngehê biafirîne. Bernameya akademiya biharê îsal bi heft sernivîsan ji bo 7 hefteyan hatiye diyarkirin.

Yekem Akademiya Biharê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî (IBV) dê di navbera 16´ê Adarê û 27ê Nîsanê de li Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ya li Stenbolê bi rê ve biçe.

Bername li xwendekarên lîsans, lîsansa bilind û doktorayê vekirî ye û bi 25 kesan bisînor e, lê ji bo beşdaran bê pere ye. Akademî wê 7 hefteyan, her hefte mijarekê minaqeşe bike.

Ew kesên miracaet kirî, dê herî dereng 14´ê Adara 2019´an, bên agahdarkirin.

Ew kesên birêkûpêk beşdarî hemû hefteyên akademiyê bibin, dê sertîfîkaya beşdarbûnê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî bistînin.

Ji bo mekanên ji bo Kurdî

Koordînatorê projeyê Tofan Sûnbûl armanca vê akademiyê wiha rave kir: “Bi vê Akademiya Biharê, em wekî Weqfa Îsmaîl Beşîkçî dixwazin ew kesên ku di warê Kurdolojiyê de dixebitin yan jî ew kesên dixwazin bixebitîn çi akademîsyen çi xwendekar be, têkîliyek di navbera wan de çêbe û ev kesên dixebitin hevdu binasin.

Digel vê yekê em dixwazin ji Kurdolojiyê re meydanekê çêkin, ne tenê li zanîngehan were axaftin lê di bin banê weqfê de û cihên din jî were axaftin. Ya din jî, bi vê bernameyê em ê piştgiriya Kurdolojiyê bikin û ji bo xwendekarên ku li Stenbolê dixwînin jî ew dê bibe akademiyeke alternatîf.”

Wê bi Kurdî jî li dar keve

Sûnbûl got, ew dixwazin ev akademî ji bo xebatên kurdolojiyê bibe modelek jî: “Armanceke din ya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ew e ku di paşerojê de ev akademî bibe modelek ji bo xebatên Kurdî, û Weqf dê hewl bide ku her sal vê akademiyê dewam bike û heman akademî dê di paşerojê de bi zimanê Kurdî jî were lidarxistin.”

Forma miracaetê

Forma serlêdana akademiya biharê jî li ser înternetê hat belavkirin ku li jêra vê nûçeyê jî wê lînka wê hebe.

   

Bernameya hatî eşkerekirin a Akademiya Biharê jî wiha ye:

Hefteya yekê: 16.03.2019

Di destpêka sedsalê de Kurd

  • Alişan Akpinar / Di destpêka sedsala bîstan de li dewleta Osmanî Întelejensiyaya Kurd (1850-1908)
  • Rohat Alakom / Di 100 saliya xwe de Kurd Kadinlari Teâli Cemiyeti (1919)

Hefteya diduyê: 23.03.2019

Dengê winda û bîr

  • Zeyneb Yaş / Di Mîrateya Çandî de Lêkolînên Muzîkê, Jin û Mekanên Bîrê
  • Hanifi Barış / Bi çavên dengbêjan dewlet, Bîra kolektîf û sînor

Hefteya sisiyê: 30.03.2019

Mîrîtî û medrese

  • Yusuf Baluken  / Eyûbiyên Heskîfê: Mîrîtiya Melikan (1232-1462)
  • Kadri Yıldırım / Bi hemû aliyên xwe medreseyên klasîk ên Mîrîtiyên Kurdan

Hefteya çarê: 06.04.2019

Ji berê heta îro ziman

  • Ergin Opengin / Bipêşketina dîrokî ya Kurdî û tesnîfkirina şêwezaran
  • Mehemed Malmisanij  / Kirmanckî û pirsgirêkên wê

Hefteya pêncê: 13.04.2019

Bajar, çîn û nasname

  • Güllistan Yarkın / Weke pratîkeke li dijî nijadperestiyê li Stenbolê bûna xwedîmaliya Kurdan
  • Polat S. Alpman / Nirxê aborî û siyasî yê nasnameyê û bîra civakî-siyasî

Hefteya şeşê: 20.04.2019

Femînîzm û bawerî

  • Fahriye Adsay / Parastina neteweperest a femînîzmê
  • Shahab Vali /  Kurdên Yarsan: Dîrok û mîtolojî

Hefteya heftê: 27.04 2019

Pirsgirêka Kurd yan jî gelo Çareserî heye?

  • Cuma Çiçek / Pêvajo: Şerê Kurd û lêgerînên çareseriyê
  • Mesut Yeğen /  Di gotara dewletê de pirsgirêka Kurd û çareserî

Lînka forma miracaetê ev e:

 

https://docs.google.com/forms/d/1iwHp5b4Renfty6QF07ok6PdRAV4zPzLWGjbJc7sSdHU

 

STENBOL