Ji bo mezûnbûna 20 şervanan merasîmek pêk hat. Dewreya şervanan 15 rojan dom dike û di vê dewreyê de dersên siyasî û leşkerî hatin dayîn. Heta niha bi dehan şervanên Akademiya Derwêşê Evdî mezûn bûne.  Di merasîma mezûnbûna şervanên YBŞ’ê de, fermandara YBŞ’ê Hedar Reşîd axivî û wiha got: “Îro li çiyayê Şengalê berxwedanek tê meşandin. Li ser vî bingehî dewreyeke şervanên YBŞ’ê ya bi navê Şehîd Karker bi dawî bû. Bi nav û li ser rêya Şehîd Karker, emê hêjayî wî derbikevin.  Divê em li ser xeta şehîd Karker û hemû hevalên di berxwedana Şengalê de canê xwe feda kirine bimeşin û xwedî li wan derbikevin. Heta dawî emê tekoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin.”

20 şervan mezûn bûn

Şervanê YBŞ’ê Zinar jî axivî û wiha got: “Îro perwerdeya me bi dawî bû. Hêviya me ew e ku ciwanên Şengalê yên bikarin çekê hilgirin, tevlî vê berxwedanê bibin. Bila ciwan werin vir û perwerde bibin.  Bijî Serok Apo û bijî berxwedana Şengalê.” Şervanê YBŞ’ê Agir jî dîtinên xwe wiha anî ziman: “Em hatine vir û ji bo Şengalê ji destê DAIŞ’ê derînin. DAIŞ’ê axa me dagir kir û em dixwazin axa xwe biparêzin. Em dixwazin dilê dayîk û bavê şehîdan xweş bikin. Bila bizanin zarokên wan neçûne û em zarokên wan in. Em ti carî vê axê bi cî nahêlin, ez hêvîdarim ku keç û xortên Êzîdiyan bên çiyayê Şengalê. Me li vir hemû cûreyê perwedeya çekan dîtiye û daxwaza min ji ciwanên Êzdî ewe ku tevlî vê berxwedanê bibin.”


R0J NEWS/ŞENGAL