Yekîneyên Parsatina Gel (YPG) li bajarokê Til Berek ê Kantona Cizîrê ku di 28’ê Sibata 2015’an de hat rizgarkirin, yekemîn akademî ji bo fermandarên ji pêkhateya Ereb vekir. Şervanê YPG’ê yê Ereb Lorens Hayîs El-Ceryan ku di nava şervanan de bi navê Cemal dihat naskirin 6’ê Cotmeha 2014’an li bajarokê Til Hemîsê jiyana xwe jidest da. Ji ber vê yekê navê Şehîd Lorens li akademiyê hat kirin.

Di merasîma vekirina akademiyê de yekemîn dewreya perwerdeyê bi navê Dewreya Şehîd Samî destpê kir. Samî Ebdullah El-Dîbû bi nasnav Lorens Qamişlo jî şervanekî Ereb bû di 27’ê Tîrmeha 2015’an de di şerê rizgarkirina bajarê Hesekê de şehîd bû.


32 şervan tevlî bûn

32 şervanên Ereb ên beşdarî dewreyê bûne tevî fermandarên YPG û YPJ, bi dehan şervan û xizmên Lorens û Samî beşdarî vê merasîmê bûn. Berpirsê akademiyê Çekdar Xeco pêşwazî li fermandar û şervanan kir. Piştî toreneke leşkerî axaftin hatin kirin.

Ji fermandaran Hisên Şawîş axivî û vekirina akademiyê û yekemîn dewreyê li pêkhateya Ereb pîroz kir. Şawîş got: “Ji bo rûniştandina çanda demokratîk a gelan, ev akademî hate vekirin.”

Hisên Şawîş girîngiya birêxistinbûyîna ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk anî ziman û got ku divê li pêşiya komplo û pîlanên wekî Tirkiye, Erebistana Siûdî û Qeterê ku dixwazin şoreşa Sûriyeyê bidizin û bi çarenûsa gelan bilîzin, rê were girtin.

Hayîs El-Ceryan ku dibe bavê şehîd Lorens û apê şehîd Samî yê bi navê Ehmed El-Dîbo jî axivîn û qurbaniyên Yekîneyên Parastinê bibîr anîn, her wiha serfiraziya xwe bi şehadeta zarokên xwe anîn ziman. El-Ceryan û El-Dîbo gotin ku YPG’ê herêmê ji çeteyan paqij kiriye û bang li Erebên herêmê kirin ku beşdarî nava refên wê bibin. Piştî axaftinan Koma Cûdî a bajarê Dêrikê çend ji stranên şoreşgerî pêşkêş kir û şervanan li ber govend gerandin. Şervanê ereb Yûsif El-Elî jî çend stranên ku ezber kiriye pêşkêşî hevalên xwe kir. 


 ANHA/HESEKÊ