Akademiya Komondos a li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî, yekemîn dewreya perwerdeyê ya hêzên taybet li Bakurê Sûriyê bi navê Dewreya Ş.Şiyar Efrîn bi merasîmekê da destpêkirin.

60 ciwan tevlî perwerdê bûne. Di dewreya perwerdê de ku wê 6 mehan dewam bike, waneyên birdozî û eskerî taybet ʺşerê kolananʺ û hemû hunerên din ên şer werin dayîn.

Di merasîmê de, bi dehan fermandarên QSD, YPJ û Disiplîna Eskerî amade bûn.

Merasîm bi axaftina yek ji fermandarên QSD`ê, Heqî Kobanê dest pê kir. Kobanê vekirina dewreyê li ciwanên beşdar pîroz kir û ji wan xwest ku bi erka xwe rabin.

Paşê ciwanên ku beşdar bûn, sond xwar. Merasîm bi dûrişmeyan dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

Ş.Şiyar Efrîn yek ji fermandarên yekîneyên taybet bû û di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bûbû.

GiRÊ SPÎ