Pêwîstî bi akademiyê hebû
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Weke gerîlayên YJA Starê bi vîn û hêza ji dîroka xwe ya artêşbûyînê wergirtî re, her wiha bi ezmûna xwe ya di nava çend salên dawî de di şerê li dijî DAIŞ'ê de derket holê re, azadiya gel û jinên Şengalê, pêşxistina parastina rewa berpirsyariya me ya bingehîn e. Di çarçoveya vê rastiyê de, ji bo rêxistinkirin û afirandina têgihiştina parastina rewa ya ji bo parastina jin û civaka me ya Êzîdî, pêwîstî bi saziyên perwerdeyê heye. Li ser vê bingehê biryar hatiye dayîn ku Akademiya Parastina Êzîdiyan a Şehîd Xanê li Şengalê bê avakirin."
Armanc û wezîfeyên Akademiya Parastina Êzîdiyan a Şehîd Xanê wiha ne: 1-Ji bo pêkanîna azadiya jin û gelê li Şengalê, afirandina têgihiştina parastina rewa. 2-Parastina xak, war û baweriya civaka Êzîdî. 3-Bi afirandina têgihiştina azadiyê ya jinên li Şengalê re bi pêş xistina vîna wan. 4-Ji holê rakirina tecrîd, dîlgirtin û koledariya li ser jinên Êzidî tên ferzkirin û jiyîn, li şûna vê bi afirandina têgihiştina parastina cewherî re bidestxistina azadiyê.
Akademiya Parastina Êzîdiyan a Şehîd Xanê dewreya xwe ya destpêkê bi navê Dewreya Perwerdeyê ya Şehîd Armanc birêxistin kiriye, perwerdeya 12 kesan temam kiriye. Weke gerîlayên YJA Starê ji bo parastina rewa emê xebatên xwe zêde biki."
ANF/ŞENGAL