Ew yekem akademî ye ku mamosteyên jin li ser asta fikir û zanistî perwerde dike. Armanca vekirina akademiyê ew e ku mamoste bêne amadekirin, da nifşekî nû li ser bingehê zanebûn û exlaqê demokratîk, biafirînin. Li akademiyê hemû mamosteyên jin ên ji Kantona Cizîrê ên ku dixwazin perwerdeyê bibînin, têne pêşwazîkirin. Dewreyên perwerdeyê mehekê didomin.

Hejmara mamosteyên tevlî dewreyên perwerdeyê dibin, ji 20 heta 30 mamosteyî ne. Di dewreyê de, mamosteyên jin dersê li ser "girîngiya perwerdeyê, rexne û rexnedayî, rastiyê sîstemê, têgeh, rastiya serokatî, dîroka Kurdistanê, parastina zayendî, dîroka jina cîhanî, jineolojî, jin û rêveberî, neteweya demokratîk, komîn û meclîs, ekolojî û hwd", dibînin.

Ders wek semîneran tên dayîn, di nav re nîqaş tên kirin. Di dema êvarê de jî, li ser mijarên cuda perwerde tê dayîn û belgefilm têne pêşandan.

Heta niha 3 dewreyên perwerdeyê li akademiyê bi dawî bûne, dewreya çaremîn jî bi navê şehîd Agirî bi tevlîbûna 26 mamosteyan li ser asta Kantona Cizîrê, hatiye destpêkirin. 

Mamosteyên ku tevlî perwerdeyê bûne, Ehlam Hemze, Cîhan Mûsa û Sêran Umer diyar kirin ku ew gelek bi coş û heyecan in ku beşdarî dewreyê bûne û dane zanîn ku armanca ji van dewreyan ew e ku mamoste karibin nifşên siberojê li ser bingeha çand, exlaq û azadiyê ava bikin û pêşengtiya civakê bikin. 


 GIRKÊ LEGÊ