Navenda Çandê ya Uvercînkayê ku di sala 2016’an de li Wanê hat avakirin, ji roja hatî avakirin heya niha gelek xebatên çand û hunerî kirine. Navend wê êdî karê xwe li cihê xwe yê nû bidomîne. Navê cihê nû “Uvercînka Akademî” ye, li hemberî Qesra Çandê ya Wanê ye. Wê li vî cihê nû hezar û 400 kes bi hev re bên perwerdekirin. Ji damezînerên navenda çandê Fatîh Taşdemîr got, armanca wan ew e ku mirov ji hunerê hez bikin û wiha peyivî: ‘’Li vira mamosteyên me yên hêja hene. A girîng ew e ku em tecrûbeyên van mamosteyan bigihînin hunerhezan. Em dixwazin hunerê bi mirovan bidin hezkirin. Ev der dibistaneke mezin a hunerê ye. Kapasîteya me hezar û 400 kes e. Li dibistana hunerê beşên me yên dans, resm, şano, peyker, muzîk, seramîk û galeriyaya hunerê hene. Bi taybetî em ê bi mamosteyên ku di warê şano û sînemayê de tên naskirin re bixebitin. Ez bang li kesên dixwazin tevlî me bibin dikim; em pev re dikarin îmzeyê deynin binî gelek xebatan.”  MA/WAN