Jinên Êzîdî yên dixwazin tola komkujiyê rakin, ji bo hîn di warê parastinê de bi pêş bikevin xwe perwerde dikin. Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) di dewreya Şehîd Gulçîn a Akademiya Şehîd Bêrîvan Şengal de dest bi perwerdekirina 28 jinên Êzîdî kir. Dewreya perwerdeyê bi merasîma leşkerî dest pê kir û di merasîmê ji Fermandarên YJŞ’ê Raperîn Engîzek, Helîm Êzîdî, Zeyneb Cûdî û Ezda Şengal amade bûn. Di merasîmê de fermandara YJŞ’ê Raperîn Engîzek di kesayeta Bêrîvan Şengal de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bir anîn û got; “Akademiya Şehîd Bêrîvan Şengal li ser vê xaka pîroz, ji bo jinên Êzîdî bikarin xwe bi pêş bixin û li ser bingehê zêdetir xurtkirina parastina rewa hat vekirin. Keçên Êzîdî hem di warê leşkerî, hem jî di warê bîrdozî de dixwazin xwe bi pêş bixin.”
Pêşengîn gelê Êzîdî
Raperîn weha dewam kir: “Ev akademî bi armanca şopandina rêya hemû hewrêyên şehîd hat vekirin. Yên di şopa wan de biçin, ev jinên ciwan ên Êzîdî ne. Li ser bingehê milîtanbûn û kadrobûnê YJŞ mezin dibe, yên ku ji gelê Êzîdî re pêşengtiyê bikin, ev şervan in. Armanca din ya vekirina vê akademiyê xweperwerdekirina ji bo rizgarkirina jinên Êzîdî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de ye, ew çeteyên ku nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtine.” Piştî axaftinê şervan bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan Azadî” derbasî merasîmê bûn.
ŞENGAL