Merasîma vekirinê bi beşdariya dehan kesî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ferhad Dêrik axivî û vekirina Akademiya Zimanê Kurdî li gelê Rojava pîroz kir. Dêrik, da zanîn  ku vekirina Akademiyan bi berxwedan û xebata gelê Kurd a bêhempa pêk hatiye. Dêrik, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser geşedanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û cangoriyên azadiyê bibîranîn. Dêrik,  destnîşan kir ku dijminên gelê Kurd her dem dixwazin gelê Kurd ji aliyê çandî û wêjeyî jî tune bikin û bang li Kurdan kir da ku bi hişyarî tevbigerin.

EFRÎN