Pêr li sandîkaya karkeran a bajaroka Rimêlanê saziya zanist û ramana azad 2’yemîn konfransa xwe li ser asta Rojava lidarxistin. Di konfransê de 200 nûner ji her sê Kantonên Rojava, her wiha mêhvan ji Tevgera Civaka Demokratik (TEV-DEM), Rêveberiya Xweser, Kongra Star û Saziyên Civaka Sivîl, amade bûn. 

Di destpêka konfransê de, Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Henîfe Hisên axivî, di axaftinan de şîroveyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên der barê zanist û ramanê de hatin xwendin, piştre rêziknameya saziyê û rapora mehane ya xebatên saziyê hatin xwendin û nîqaş li ser hat kirin.


Biryarên hatî girtin

Beşdaran xebatên ku dê di rojên siberojê de pêk werin, nîqaş kirin û di dawiya konfransê de ev biryar hatin girtin:

* Navê saziya zanist û ramana azad veguherî Akademiya Civaka Demokratîk.

* Divê hemû xebat û perwerde di çarçoveya danasîn û belavkirina fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bin.

* Divê hemû akademiyên girêdayî saziyê der barê nirxên şehîdan de, dersan veqetînin.

* Divê komîteyên perwerdeyê perwerdekirina civakê esas bigirin.

* Hevpeymana civakî a Pergala Federal mafên jinê misoger dike, ji ber vê jin di saziyê de cih digire da ku xwe bi rêxistin bike û xwe pêş bixe.

* Divê her sê mehan li ser kar û xebatên saziyê, kovarek bê weşandin.

  

GIRKÊ LEGÊ