Bi şoreşa Rojava re piştî ku di Tîrmeha 2012’an de bajarên Kurdan yek bi yek ketin bin kontrola gel, xebatên perwerdeya bi zimanê Kurdî bi berfirehî dewam dikin. Di asta akademîk de xebatên perwerdeyê yekemcar di bin sîwana SZK de di sala 2011’an de destpê kir. Heta niha bi hezaran xwendekar û mamoste hatin perwerdekirin. Ev mamoste îro li sê kantonên Rojavayê Kurdistanê û bajarên Sûriyeyê yên mîna Şam û Helebê di dibistanan de bi Kurdî perwerdeyê didin. Akademiyên hatine avakirin dixwazin ziman û wêjeya Kurdî bi pêş bixin.


Dewre 3 mehan didomin

Akademiya Dîrok û Wêjeyê ya Ziman a Celadet Bedirxan ku li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê ava bû, di 23’ê Cotmeha sala 2013’an de hat vekirin. Ev akademiya ku di bin sîwanê Akademiya Dîrok û Wêjeya Zimanê Kurd de hat avakirin, bi dewreyên xwe yên perwerdeyê yên ji sê mehan, mamosteyan digihîne. Akademiya ku 40 nazmetên mamosteyên zimanê Kurdî lê perwerdeyê dibînin, di yekemîn dewreya xwe ya perwerdeyê de 37 mamoste mezûn kir. Mamosteyên mezûn bûn li herêma Cizîrê di dibistanên fermî de perwerdeyê didin.

Mamoste têne gihandin

Li Akademiyê namzetên mamostetiyê berî derbasî sinifan bibin, divê astên yekemîn û duyemîn ên dewreyên perwerdeyê yên di bin sîwana SZK de temam bikin. Nazmetên mamostetiyê ku divê herî kêm mezûnê lîseyê bin, her wiha divê bi Erebî jî zanibin. Nazmetên perwerdeya xwe temam kirine, ji wan re dîploma û nasnameya mamostetiyê tê dayîn û li dibistanekê dest bi dayîna dersê dikin.

Eleqeya jinan zêde ye

Akademiyên ku bi SZK’ê re xebateke hevpar dimeşînin, weke saziyeke xweser xwe birêxistin dike. Ji bo li Rojava  zimanê Kurdî di hemû branşan de bibe zimanê perwerdeyê akademî xebatan dimeşîne. Akademî her wiha di mijara ziman û dîroka Kurd de dest bi xebatên akademîk kiriye. Balkêş e ku piraniya beşdarên xebatên perwerdeyê jin in. Ji 40 nazmetên mamostetiyê yên li Akademiya Celadet Bedirxan perwerdeyê dibînin 27 jê jin in. Di daxuyaniyeke beriya niha a SZK de hatibû ragihandin ku ji sedî 80 ‘ê mamosteyan jin in.

Akademî û wargeh e

Akademiyên ku xwe bi awayê dewreyê ji sê mehan birêxistin dike, di heman demê de wezîfeya wargehan jî dibîne. Namzetên mamostetiyê li dersxaneyên bi wêneyên helbest û nivîskarên Kurd Cegerxwîn, Celadet Bedirxan, Osman Sebrî, Dildar (helbestvanê Kurd ê bi sirûda Ey Reqîp) tê nasîn) perwerdeyê dibînin û di heman demê de di demên xwe yên vala de li pirtûkxaneyê lêkolînan dikin, pirtûkan dixwînin. Şagirtên akademiyê dema xwe ya mayî jî bi aktîvîteyên sporê derbas dikin.

Armanc unîversîtebûn e

Ji rêveberiya akademiyê Hîvron Omer da xuyakirin ku li Rojava xebatên ziman demeke dirêj e tê meşandin û destnîşan kir ku defetên avakirina sîstemeke bi vî rengî ya akademîk nû derketine holê. Hîvron Omer da zanîn ku li tevahiya dibistanên li Rojava perwerdeya bi zimanê Kurdî tê dayîn, lewma ev yek pêdiviya mamosteyan bi xwe re diafirîne û anî ziman ku akademî vê gavê dixwaze ji vê daxwazê re bibin bersiv. Omer ragihandin ku di demeke nêz de ew dixwazin xwe bi awayekî nû weke unîversîteyê birêxistin bikin û destnîşan kir ku ji bo destpêkê ew dixwazin ji bo du salan beşa dîrok û wêjeya zimanê Kurdî ava bikin.

Şaxên akademiyê hene
Akademiya Dîrok û Wêjeya Zimanê Kurdî ku li Kantonên Rojavayê Kurdistanê xebatên akademîk ên ziman dimeşîne, şaxê xwe yê destpêkê, li gundê Kefer Cene yê Kantona Efrînê bi navê mamosteyê dibistana seretayî Ferzad Kemanger ê ji aliyê dewleta Îranê ve hat girtin û di 9’ê Gulana 2010’an de li Girtîgeha Evîn a Tehranê hat darvekirin, hat vekirin. Akademiyê dûre li Kantona Cizîrê Akademiya Celadet Bedirxand, li Kantona Kobanê jî Akademiya Şehîd Viyan Amara vekir û xebatên xwe yên li ser dîrok û wêjeya Kurdî berfireh kir.



ŞÎNDA EKREM/AZÎZ KOYLUOGLÛ/ANF/QAMIŞLO