Ji 15 gerîllayên jin yên li operasyona di navber Sêrt û Bedlîsê de jiyana xwe ji dest dabûn, cenazeyê gerîllaya HPG´ê Hediye Akdogan li Dîlokê hate veşartin.
Malbatê cenazeyê Akdogan doh ji morga Nexweşxaneya Meletî girt û ber bi Dîlokê ve bi rê ket. Cenaze serê sibê birin Dîlokê û di ketina bajarê de ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Polîsan ji malbatê xwest cenazeyê ji bajêr derbas nekin, lê malbatê ev qebûl nekir. Paşe cenaze birin mizgefta Yeşîlkent ya Dîlokê.
Li pêşiya mizgeftê tevî Rêveberên BDP'ê yên Dîlokê, bi sedan kes cenazeyê Akdogan bi sloganên "Şehîd namirim", "Qatîl Erdogan" pêşwazî kirin.
Jinan li ser milan darbesta gerîlla Akdogan hilgirt. Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Akdogan bi flamayên kesk, sor û zer hate pêçandin û bi meş û sloganan birin gorîstanê. Li gorîstanê cenazeyê gerîlla Hediye Akdogan bi tiliyan hate veşartin.
Banga çareserî û aştiyê
Di merasîmê de Rêveberê MEYA-DER'ê yê Amedê Medenî Aktar axivî û diyar kir ku ji ber şer bi dawî nabe her roj dayîk digirîn. Aktar bang li rayedaran kir di dewsa rêbazên şer de ji bo aştiyê rêbazên çareseriyê bixin dewre. Piştî merasîmê girseyê çû serdana konê sersaxiyê.
DÎHA/ DÎLOK