Derhêner Fatîh Akin bi fîlmên xwe bala gelek hezkiriyên sînemayê kişandiye. Dema dibêjin Fatîh Akin tenê fîlmê ‘Li Hemberî Dîwar’ tê bîra gelek kesan. Lê derhêner bi fîlmekî naskirin neheqî ye. Di sînemaya Akin de rêyeke dirêj heye û dawiya rê xuya nake. Rêyeke dûr û dirêj ku mirov ji bo armanca xwe bimeşe. Bêguman ne diyar e di vê rêwîtiya dirêj de çi were serê mirov. Ji ber vê yekê di sînemaya Akin de tenê cureyek tune ye. Zimanê xwe yê vegotina mijaran her tim parastiye û di nav xwe de gelek cureyan jî dihewîne. Dema mirov fîlmên ku heta niha ji aliyê derhêner ve hatine kişandin dinêre tê dîtin ku hemû fîlm ji hev cudatir in.

Di fîlmekî de komkujiya ermeniyan tê vegotin, di fîlmekî de qetlîamên naziyan cih digirin û di fîlmekî din de cudahiya di navbera çandan de hatiye kişandin. Her wiha cih dide mijarên henekî, siyasî û wijdanî. Fîlmê ‘Kesîk’ ku komkujiya ermeniyan vedibêje ji aliyê rexnegiran ve gelekî hat rexnekirin. Li gorî gelek kesan Akin di vê mijarê de bi ser neket lê di warê ‘wijdanî’ de di mijareke ku gelek kes ditirsin de destê xwe xiste binê kevir û kevir hejand. Niha Fatîh Akin hewl dide bi projeyeke cuda derkeve pêşberî hezkiriyên sînemayê. Di navenda fîlmê bikişîne de mijara Rojava heye. Di fîlmê nû de Şoreşa Rojava û YPG hene. Akin di hesabê xwe yê Instagramê de têkildarî projeya xwe ya nû afîşeke ku YPG û YPJ li hemberî şerê DAIŞ’ê banga têkoşînê dikin parve kir. Akin ji bo vê xebatê niha tenê dibêje ‘projeya nû’ û ‘berxwedan’. Wisa xuya dike ku ger Akin vî fîlmî bikişîne dê ev fîlm li Tirkiyeyê gelekî were nîqaşkirin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN