Di jiyana civakî û politikayê de kapasite û têgihîştina politikî rola bingehîn dilîze. Hêzekê serkariya dewletekê jî wergirtibe, eger ne di wê asta birdoziya kemilî de be, nikane hin barên siyasî rabigire, hin kêşeyên ji kûrahiya sedsalan tê çareser bike.
Aşitî û yekitî jî diyardeyên gelek giran in û kapasîteyên têr, têgihîştinên birdoziyeke kemilî dixwazin. Dema em di nava vê çarçoveyê de li rastiya hêzên biryara aşitiyê dane, dinêrin; rastî jî bê kêmasî xûya dibe.
Di xwezaya AKP´ê de ev hêz û ev têgihîştina birdozî tune. Lewre AKP ne hêzeke li ser bingehê bîrdoziyeke xwerû, li ser hin bingehên qels, şemitok û xetere rûniştiye. Avahiya vê partiyê, li ser berjewendî, xapandin, sermaya talan û şêlandinê pêk hatiye. Ne partiyeke birdozî û bi bingeh û naverokeke têr polîtîk e, li ser berjewendiyên kesî û tiliya kesekî direqise. Ev bingehên wê her demê dikane ji bin wê bişemitin û lingên wê li hewa bimînin, yan jî ji hev bela û vela bibe.
Li hemberê AKP´ê û dewleta ku li ser xwîn, dek û dolaban rûniştiye, Tevgera Azadî li ser bingehê bîrdoz û têgihîştineke têr û tijî ya gerdûnî lenger avêtiye. Xwedanê kapazîteyeke gelek berfirah û birêxistinî ye. Lema jî hem ji aşitî û hem ji şer re amade ye. Giyana demê jî bê kêmasî fêmkiriye. Jiwê jî bêtirs rêya aşitiyê vekir û destê xwe kir bin zinarê herî giran û da xuyan ku ji her tiştî re amade ye.
Li gel vê rastiyê divê ev neyê ji bîrkirin ku AKP bi xwe parekî dagirkeriya xwînxwar e, destên wê di xwîna gelan de maye û bi qirêj e. Wê salekê berê xwest bi awayê Sirîlankayê bi xwinrijandinê bi serkeve, lê ew li hemberê tekoşîna Tevgera Azadî bi her awayî di tengasiyê de ma, bi gotineke vekirî “têkçû“. Hemû rêyên li pêş wê xitimîn, li aliyê din li pêş wê salên hilbijartinê hene, lema wê serî li vê manevraya aşitiyê da. Wê wer zen kir ku dê ev jî mîna hin saziyên dewletê yên rizyayî û wekî vegera hin kesên ji Stokholmê yên ku bê pîr, bê sî û bê pîvan in, be! Dê ewê jî dîsa bikane bi dilê xwe tevgere! Lema bangaşiya wê û çapemeniya wê bi manîpulasyonan dimeşe.
Dema em li pratîka liberçavî dinêrin; rastî bi xwe derdikevin. Mijara kujeriya Roboskiyê ji bo wan wek xwe îspatkirinekê bû, le parlamenterên AKP´ê ew rapora sosret a wek rûreşiya mirovahiyê ye, erê kirin. Zelal e ku ew ji derketina rastiyê ditirsin, lewre ferman ji wan tê.
Dawîya qirkirina siyasî nayê, vê carê jî kiras guherîn, egerên vala û bêbingeh derxistin pêş û ji sedî zêdetir siyasetmedar dan girtinê.
Operasyonên leşkerî ranawestin, her roj heremên Medya bi balafiran bombebaran dikin, dengên top û obûsên wan, sewqiyeta leşkerên wan ranawestin. Hima bigirin tevahiya sînoran guherandine qereqolan. Yanê çawa bibêjin ku “em carê wan ji nava sînorên xwe derxin, êdî hew rê bidin wan ku ew bikanin cardin bizivirin, dê ev mijar jî biqede!”
Tevgera Azadî ji wan hin pêkanînên paqijkirina rêya aşitiyê xwestibû. Di nava van xwestekan de zelalkirina kujeriya Roboskî û rawestandina, operasyonên leşkerî û qirkirinê siyasî jî hebûn. Serokatiya gelê Kurd jî xwestibû ku parlamento erkê xwe yê pêdivî pê heye, pêk bîne. Lê na, tu gav avêtin tune.
Di bingehê xwe de dewletê û AKP´ê hêvî dikir ku ew bikanin bi vê manevrayê Tevgera Azadiyê tevlihev û parçe bike, lê tersê wê bû. Dema mirov bi giştî li dewleta Tirk dinêre, dibîne ku bîr û mejiyê dewletê, sazî û partiyên dewletê tev de tevlihev bûye, tew nizane ka çi bikin, bi paş ve gav bavêjin, yan na!.. Ji ber ku di avahî û rastiya wê de nûveyên demokrasî û mirovahiyê tune, nikane bi pêş ve jî gav bavêje. Wekî peza gihayê jehrîyê xwaribe, di cihê xwe de tevizî, engizî û maye.
Tevgera Azadî bi vê pêngava aşitiyê derbeke gelek xedar li dagirkerî û hevalbendê wê daye û ew di nava mat û metalmayînê de hiştiye. Bi vê pêngavê bi hêzên serkarê cihanê daye gotin ku ev Tevgera Azadî di Rojhilata Navîn de hêzeke sereke yê ku divê mirov di her liv û manevrayên li Rojhilata Navîn de wê ciddî bigire û li gor wê têkeve nava pozisyonê. Li gel wê, ew hewldanên AKP´ê ya pêşî li pêşveçûnên li Rojava girtinê jî vala derxistiye. Ango pêngeveke herî serkeftî ye. Divê hemû Kurd bi vê tevgera bi rûmet serbilind bin.