Têkiliya di navbera PDK û dewleta Tirk ya dagirker de ne têkiliyeke li ser bingeha beramberiyê ye. Ew têkilyeke yekalî ye û tenê di xizmeta siyaseta dijkurd ya AKP´ê de ye. AKP ya ku ji sala 2002´an ve li ser desthilatdariyê ye, piştî ku deriyê çarseriya siyasî girt û dest bi konsepta şerê giştî û komkujiyan li Bakurê Kurdistanê kir, niha hewl dide her nefesek azadiyê ya neteweya Kurd li heremê bifetisîne. AKP´ê hebûna xwe li ser kuştin û jiholêrakirina Kurdan avakiriye. Ji bo di vî şerî de bi ser keve, AKP´ê konsept li ser gelek astan ji xwe re danîne û mîna pîlanên xuya û veşartî li gorî wan bi rê ve diçe.
Yek ji van konseptan, têkbirina yekîtiya hêzên siyasî yên Kurd e. AKP hewl dide Kurdan li dijî hev sor bike û nakokiyan di nava wan de peyda bike. Ji ber hindê, ragihandin û dîplomasiya AKP´ê hewl dide şerê giştî yê dewleta Tirk tenê li dijî aliyekî Kurd diyar bike û aliyên din jî wekî "hevalbend" bibêje. Ji vê yekê zêdetir jî, ew mîna berê serî li serokeşîr, axa û muxtaran dide. Bi riya hevkarên xwe yên di nava hêzên siyasî yên iraqî û sûriyeyî (muxalefet) de komên Kurd yên marjînal nêzîkî xwe dike û wan li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê sor dike.
Lê tevî ku AKP hewcdarî hin hêzên kurd e da ku pîlana tesfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê bi dilê xwe bi rê ve bibe, dîsa jî ti rêz û qîmetê bi van "hevkarên" xwe nade. Em li vir hinekî têkiliya AKP û PDK´ê ronî bikin. AKP li Başûr siyaseta xwe ya dijkurd dimeşîne bêyî ku PDK cidî yan jî wekî xwedî hêz bibîne. Niha AKP hewl dide Başûr dagir bike û li wir rê li ber damezrandina dewleteke Kurdî bigre. AKP´ê artêşa xwe bir li wir bi cih kir. Bargehên eskerî yên nû ava kirin. Di nava suniyan de eniyeke eskerî ya bi navê “El Haşid El Wetenî” ava kir. Niha berpirsên AKP´ê eşkere behsa dagirkirina herema navbera Mûsil û Kerkûkê dikin. Bi gotineke din, dixwazin rê li ber yekkirina axa Başûr bigrin. Başûr qet - qetî bihêlin. Wekî çawa ku hewl didin rê li ber yekirina xaka Rojava bigrin, niha heman karî li Başûr jî dikin.
AKP dixwaze PDK´ê qels û bêbandor bike. Ew naxwaze ti hêzêke Kurdî bibe xwedî desthilatdarî, sazî û karibe gotina xwe ferz bike. Di pîlanên AKP´ê de PDK´yeke qels heye. PDKyeke ku tenê desthilatdariya wê li ser Dihok û Hewlerê sînordarkirî be. Lê heremên din yên Başûr mîna Şingal, bejahiya Mûsilê û Xaneqîn, tê xwestin ku ew li derveyî Kurdistanê, di destê hêzên erebên sunî de bimînin. Ji bo ku dewleta tirk karibe gotina xwe li ser PDK ferz bike, hêzên xwe yên eskerî anîne li wir bi cih kirine û peyayên xwe di nava Erebên sunî û Turkmanên sunî de bi çêk û hizûrek eskerî dike.
Dema ku DAIŞ Tebaxa 2014´an êrîşî Başûr kir, dewleta Tirk, qaşo hevkara xwe PDK bi tenê hişt. AKP´ê yek tiving yan fîşek ji bo xweparastinê neşand ji PDK´ê re. Gelek berpirsên PDK´ê ev yek eşkere rexne kirin. Serokê PDK´ê Mesûd Berzanî dema ku Wezîrê Karê Derve yê Îranê li Hewlerê pêşwazî kir, spasiya Tehranê kir û got, tenê Îranê bi şêweyekî eskerî li dijî DAIŞ´ê alîkariya wan kir. AKP ya ku bi dehan ji karmendên Konsolosxaneya wê li Mûsilê asê man, ti alîkarî neda PDK´ê. AKP´ê dixwest ku DAIŞ Hewler û Dihokê ji destê PDK´ê bigre û xewna Kurdan a azadiyê li Başûr bi dawî bîne.
Niha jî AKP li gorî pîlana xwe ya rêlibergirtina serxwebûna Başûr, xweseriya Şingalê û qelskirina PDK´ê karên xwe yên eskerî û siyasî dike. AKP bêyî ku rêzê li iradeya Kurdan bigre, wekî hêzêke dagirker tevdigere. Peymanan mor dike û komên dij-kurd bi rêxistin dike.
Divê PDK li xwe vegere û ji bo yekîtiya mala Kurd bixebite. Divê ji hêzên eskerî yên Tirkan bête xwestin ku axa Başûr biterikînin. Divê rê li ber dagirkeriyê bête girtin û destûr neyê dayîn ku artêşa Tirk Kerkûk, Mûsil û Şingalê ji hev veqetîne. Divê PDK têkiliyên xwe bi Bexdayê re xurt bike û derfetê nede AKP´ê ku texrîbatan li dijî Bexdayê bike. Divê PDK ji bo lidarxsitina kongreyeke neteweyî xebatê bike û di vê mijarê de cidî be. PDK dikare AKP ji Başûr derxe, eger têkilyên xwe bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re xurt bike, prosesa siyasî li Başûr vejîne, nakokiyên xwe bi partiyên siyasî re çarser bike û careke din li refê Kurdan vegere.