Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku AKP û DAIŞ‘ê bi hev re li Pirsûsê komkujî kirine û got, “AKP’ê DAIŞ xwedî kir û kir keriyê kujerên hov. Komkujiya li Pirsûsê a li hemberî wijdan û pêşeroja gelên me ciwanan hat kirin, êrîşa hevpar a DAIŞ û AKP’ê ye.”
Bayik diyar kir ji vê êrîşê AKP berpirsyar e û wiha pê de çû:” Di bin berpirsyariya AKP’ê de ev komkujî hat kirin. AKP nikare xwe ji berpirsyariya vê êrîşê rizgar bike. Me û hêzên demokrasiyê beriya niha dabûn xuyakirin ku AKP bi van polîtîkayên xwe re DAIŞ‘ê li Tirkiyeyê jî xwedî dike, ev êrîş wê piştre li Kurdistan û Tirkiyeyê jî rû bidin û ji bo AKP dest ji vê polîtîkayê berde, me hişyariyên cidî dabûn. Lê belê ji ber ku AKP’ê dest ji dijminatiya xwe ya li Kurdan berneda, guh neda van hişyariyên me. AKP em li hundir em jî li qada navneteweyî dijminatiyê li Kurdan dike. Bi mezinkirina dijminatiya li Kurdan, bi xwedîkirina DAIŞ’ê re ev keriyê kujerên hov anî van rojan. Di bingeha têkiliya xwe ya bi DAIŞ‘ê re dijminatiya li Kurdan heye. Ji bo tinekirina şoreşa Rojava di destpêkê de El Nûsra bi kar anî, ji ber ku hêza El Nûsra têrê nekir, DAIŞ xist dewrê. AKP DAIŞ e; êrîşeke hevpar dimeşînin. AKP bi mezinkirina DAIŞ’ê re ne tenê li Rojava şer dimeşîne, di heman demê de vî şerî li Bakur jî dimeşîne. Hem li Rojava hem jî li Bakur, li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd bi hevkarî tevdigerin. Eger li Edene, Mersîn, Dîlok û Pirsûsê bombeyan dide teqandin û bi sedan mirovan dikuje, her wiha dibe sedem ku bi sedan mirov seqet bimîne, hingî li pişt vê AKP heye.”
‘Berpirsa komkujiyên AKP ye’
Bayik da zanîn ku AKP timî nearamiyê diafirîne, şerê li dijî gelê Kurd mezin dike û got, “AKP bi vê yekê re dixwaze xwe ji tengaviyê rizgar bike. Erdogan dixwaze têgihiştina ‘Li cihekî AKP bi tena serê xwe nebe desthilatdarî, wê li wir nearamî hebe’ biafirîne û dixwaze bi vî rengî Tirkiyeyê têxe nava hilbijartinê. Ji ber ku ji bo careke din desthilatdariyê bi dest bixe, ji bilî vê ti rêbazeke xwe nemaye. Dixwaze şensê xwe yê dawî bi kar bîne. Eger bi ser bikeve dixwaze bi vê rêbazê re xwe ewle bike. Ji bo AKP’ê careke din bike desthilatdar, her tim bêîstiqrariyê diafrîne, pêşî li êrîşên bi vî rengî vedike û rê li ber mirinan vedike. Bi afirandina vê têgihiştinê re dixwaze qaşo Tirkiyeyê bixe nava hilbijartinê, HDP, hêzên demokrasiyê û hêzên çep qels bike. Polîtîkayeke dijberiya demokrasiyê, dijberiya Kurd dimeşîne. Polîtîkaya hikûmeteke şer dimeşîne. Ji bo vê jî şerê li hemberî Kurdan ji gelek aliyan ve dimeşîne. Li her derê dimeşîne. Sedema bingehîn a çalakî û komkujiyên DAIŞ’ê yên li Bakur, AKP bi xwe ye. Erdogan bi xwe ye.”
‘Bila gel xwe biparêze’
Bayik da zanîn ku ji bo komkujiyên bi vî rengî rû nedin divê hemû gel, bawerî, hêzên demokratîk û sosyalîst ên li Kurdistan û Tirkiyeyê sîstema xwe parastinê ava bikin û got, “Pêwîste li hemberî vê hêza qetlîamker bisekinin û ne li bendê bin ku dewlet û hikûmet wan biparêze. Nabe ku ji hikûmeta AKP’ê ya hevparê van êrîşan e û ji dewletê li benda parastinê bisekinin. Berevajî, divê xwe li hemberî hikûmet û dewletê biparêzin. Ji ber ku li pişt van komkujiyan hêzên dewletê, ev hikûmet bi xwe heye.”
Bayik diyar kir ku çavtirsandina hêzên sosyalîst demokratîk ên bi xwedîderketina li Şoreşa Rojava re hewl didin xwedî li pêşeroja xwe derkevin, hedef hatiye girtin û destnîşan kir ku armanceke din a girîng a vê komkujiyê, avakirina herêma tampon e.
‘Wijdanê civakê qetil kirin’
Bayik ragihand ku bi komkujiyên li Kobanê û Pirsûsê re hewl tê dayîn xwegihandina hev a Kobanê û Efrînê bê astengkirin û anî ziman ku AKP bi êrîşên bi vî rengî re dixwaze DAIŞ a derbên giran xwariye bê ser hişê xwe û xwe komî ser bi hev bike.
Bayik got, “ DAIŞ û AKP ên di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de winda kirin, bi vê komkujiyê re êrîşî jiyana biratiya çand û gelan a Tirkiyeyê kirin. Ji ber vê yekê xwestin hesreta azadî û demokrasiyê ya gelên Tirkiyeyê û Şoreşa Rojava, bi vê êrîşê re têk bibin, di nava tarîtiyê de bifetisînin. Girîng e hemû hêzên demokrasiyê, mirovên xwedî wijdan, sosyalîst, gelê Tirk, Elewî, Çerkes, Suryanî, Êzidî, jin, ciwan êdî vê rastî û hovîtiya AKP û DAIŞ‘ê bibînin, li hemberî vê xwedî li hebûn, azadî û pêşeroja xwe derkevin. Divê têbikoşin. Piştevaniya xurt bikin. Bi vê wesîleyê ez bi rêzdarî bejna xwe li ber van şitlên me yên ciwan ditewînim. Soz didim ku em ê têkoşîna ku ew di oxira wê de parçe parçe bûn bi ser bixînin.”
‘Xwedî li şehîdan derkevin’
Bayik di dewama axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku bi xurtî xwedî li cenazeyên ciwanên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan derkeve, li ser bingeha biratiya gelan, daxwaza Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad bilind bike.
Bayik got, “Li hemberî van êrîşan divê yekîtî û biratiya gelên Tirkiyeyê bêhtir xurt bikin. Pêwîst e li her bajar û navçeyên cenazeyên şehîdên me jê rabin hêzên demokrasiyê û gelên me li hev kom bibin û bersiva pêwîst bidin hikûmeta AKP’ê û hevkariyên wê yên hov. Ev şehîdên me divê ji biratî û yekîtiya têkoşînê ya gelên me re bibe wesîle. Ne pêkane ku bi awayekî din mirov bibe layiqî bîranîna wan. Girîng e hêzên çep û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê hîn bêhtir bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re tevbigerin, yekîtiya têkoşînê xurt bikin û pêşeroja demokratîk û azad a Tirkiyeyê biafirînin.”
Ji KONGRA GEL banga xweparastinê
KONGRA-GEL bertek nîşanî komkujiya li Pirsûsê da û diyar kir ku berpirs Serokkomarê Tirk Erdogan û DAIŞ e. Hevserokatiya KONGRA GEL, têkildarî komkujiya li Pirsûsê ya li dijî endamên SGDF’ê daxuyaniyek nivîskî da.
Daxuyaniyê wiha ye: “Êşa me mezin e. Em çeteyên ku ciwanên me qetilkirin û hêzên pişt wan baş nas dikin. Her kesê xwedî wijdan û hişê xwe winda nekirine, rastiyê baş dizanin. Gelên me wê şopa vê rastiyê bernedin. Ji ber berpirsên ku ev çete li serê gelê me kirine bela wê hesab bê pirsîn. Bila ti guman kesî tinebe. Berpirsê şerê esas ê ji ser DAIŞ’ê li dijî gelên Rojava û Bakurê Kurdistanê tê meşandin, Erdogan û AKP ye. Êrîşên di pêvajoya hilbijartinê de li ser gelê me hatine meşandin, piştî hilbijartinê jî gihiştiye asta tolhildanê.”
AKP wekê ku qet hilbijartin pêk nehatiye û ji aliyê gel ve nehatiye xistin, ya xwe dike. Ev konsepta şer a AKP ferz dike, bi têkoşîneke bi bandor ya eniya aştî û demokrasiyê ya bi pêşengiya gel dikare bê sekinandin. Berovajî vê ji bo kesên aştiyê dixwaze dikare dereng be.”
Li Kurdistan, Tirkiye û derveyê welat gelê me li dijî komkujiya Pirsûsê li ser piyane. Divê ev zêdetir bê xurtkirin. Divê ev hêrsa gelê me bê rêxistinkirin û divê ji Erdogan û hikûmeta AKP’ê hesabê vê komkujiyê bê pirsîn.”