Dewleta Tirk bi rêya rêxsitina DAIŞ´ê hewl dide neteweya Kurd têk bibe û Kurdistanê bike dojeh û gola xwînê. AKP´ê weha pilan kiriye ku DAIŞ bi dehên salên din li dijî Kurdan şer bike û êrîşên xwe li her bajarekî Kurdistanê, çi Bakur, çi Rojava çi jî Başûr, pêk bîne. Dema ku DAIŞ dikeve tengasiyê, dewleta Tirk yekser û bi awayekî eskerî bi rêya tank û balafirên xwe mudaxele dike û dorê li hevalbendên xwe vedike.

Niha ji bo parastina DAIŞ´ê û destekdayîna wê, artêşa Tirk dest bi avakirina baregeh û nuqteyên eskerî li Rojava û Başûr kiriye. Bi rêya van baregehan, têkilî bi DAIŞ´ê re tên danîn û dewleta Tirk agahiyên ji bo parastina çeteyan  û pêkanîna êrîşên berfirehtir, dewrî serkêşiya çeteyan dike. Ji bo alîkariya DAIŞ´ê dewleta Tirk hebûna xwe ya di nava NATO´yê de jî bi kar tîne. Ew agahiyên hesas û pîlanên lêdana nuqteyên çeteyan li Sûriye û Iraqê yekser dişîne ji serkêşiya DAIŞ´ê re û bi vî awayî dostên xwe ji mirin û mahfbûnê rizgar dike. 

Di nava DAIŞ´ê de bi hezaran efser û endamên îstîxbarata Tirkiyeyê û welatiyên Tirk yên girêdayî AKP´ê û Erdogan hene. Ev yek bi belge hatiye îsbatkirin. Di destê YPG´ê de belgeyên hebûna efser û eskerên Tirk di nava DAIŞ´ê de hene. Jixwe, her dema ku komek DAIŞ tengav dibe yan jî bi mahfbûnê re rû bi rû dimîne, artêşa Tirk mudaxele dike û hewl dide hêzên beramberî DAIŞ´ê qels bike û komên çeteyên hevalbendên xwe ji têkçûnê rizgar bike. Me ev yek li Cerablûs û Şehbayê dît. Artêşa Tirk êrîş bi dijwarî bir ser hêzên QSD´ê û nehîşt ku komên çeteyan werin têkbirin. Her weha li herema Başîqayê ya Başûrê Kurdistanê jî, bi rêya baregeha eskerî ya Tirkan, agahî û alîkariya lojîstîk ji bo DAIŞ´ê tê dayîn. Her çiqasî dewleta Iraqê li dijî hebûna eskerî ya Tirkan jî, lê dîsa AKP eşkere dibêje, em dernakevin. 

Şerê Mûsilê niha li gorî xweşiya dewleta Tirk û AKPê bi rê ve naçe. AKP dixwaze şervanên DAIŞ´ê neyên tesfiyekirin û endamên artêş û îstîxbarata Tirkiyeyê neyên kuştin, dîlgirtin an kifşkirin. Loma, ew bi rêya artêşa xwe hewl dide vê operasyona rizgarkirina Mûsilê asteng bike. AKP dixwaze rê veke da ku ev çeteyên DAIŞ´ê hemû berê xwe bidin Rojava û amedekariya şerekî mezin li wir bikin. Ji bo tesfiyekirina wan ew bi fikar e. AKP dixwaze wan careke din bi rêxistin û çekdar bike û bi ser Rojava ve bişîne. Ji ber hindê, DAIŞ niha êrîşê Şingalê dike û bi rêya erebeyên bombebarkirî û şervanên xwekuj, hewl dide hêzên parastina Şingalê qels bike, da ku rêya revê û korîdorekê ji bo Rojava ji xwe re veke û tezmîn bike. Ev pîlan bi rêya dewleta Tirk tê birêvebirin. Bi taybetî bargeha Başîqayê vê pîlanê dixe praktîkê û şerê DAIŞ´ê li hemberî Kurdan bi rê ve dibe.

Êrîşa ku bi sedan ji çeteyên DAIŞ´ê li dijî Kerkûkê pêk anî, bi rêya dewleta Tirk bi rê ve çû. AKP´ê weha pîlan kirîye ku DAIŞ li ser piyan bimîne û heta bi dehên salên din karibe şerê Kurdan bike û hemû bajarên wan bike gola xwînê û nerihetiyê li her şehr û gundî belav bike. Şêweyê êrîşa li dijî Kerkûkê mîna şêweyê êrîşa li dijî Kobanê bû. Jixwe tê bîra me, dema ku DAIŞ´ê êrîşek li dijî Til Ebyed pêk anî, Erdogan zindî diaxifî û digot; "Niha agahî ji min re hatine, DAIŞ wa careke din ketiye Til Ebyedê û hema tevahiya taxên bajêr girtiye dest xwe"! AKP´ê weha pîlan kiriye ku ew bi rêya DAIŞ´ê li her navendeke Kurdan a girîng (welatparêz, dîrokî, çandî) bixe. Loma, em dibînin bê çawa bi rêya DAIŞ´ê êrîş li hemberî Kobanî, Şingal û Kerkûkê tên kirin, an jî artêşa Tirk bi xwe êrîş dike û malan wêran dike, çawa ku bi serê Cizîrê li Bakurê Kurdistanê de anî. 

Divê Gelê Kurd, di serî de Tevgera Azadiya Kurdistanê, xwe li gorî vî şerê qirêj yê AKP´ê li dijî hebûna Kurdan amede bike. Divê di zûtirîn demê de Konferansa Neteweyî ya Kurd bête lidarxistin û PDK ji AKP´ê bête qutkirin û dûrxistin. Divê hêzên eskerî yên Kurd hemû li jêr yek serkêşiyê şer bikin û wek artêşeke Kurdistanî ya giştî xwe ragihînin. Divê baregehên eskerî yên Tirkan ji Başûr û Rojava bêtin qewirandin an jî wek hedefên eskerî yên rewa bêtin diyarkirin. Hêzên Kurdan dikarin çalakiyên bersivdayînê û tolrakirinê dijwartir bikin û derbên xurt li nava kezeba dewleta dagirker ya Tirk bixin, da ku AKP hesabê kuştina sivîlên Kurd û wêrankirina Kurdistanê bide. 

Eger şerê gelerî yê giştî û li ser gelek astan xurtir nebe û dewleta Tirk di warên eskerî û aborî de qels nebe, ew ê êrîş û komkujiyan bi destê DAIŞ´ê yan jî bi xwe, berfrihetir bike û dê neyê ser rêya aştî û çareseriyê…