Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî, teror û hovîtiya dewleta Tirk a li ser gelê Kurdistanê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, „Li Kurdistanê, dewleta Tirk an jî bi navekî din dewleta Recep T.E. pê li hemû pîvanên mirovatiyê kiriye, bi hovîtî êrîşî hemû rûmetên însaniyêtê dike.“ Di daxuyaniyê de hate gotin: „Piştî bûyerên li Gever, Şemzînan, Gimgim, Bismil, Navenda Amedê (Sûr) û Cizîra Botan, niha jî, bi tank, top û çekên giran ên leşkerî  êrîşî Şirnex, Ferqîn û Nisêbînê dike. Wisa diyar dibe ku dixwaze tevahiya Kurdistanê bixe ber armanca siyaseta xwe ya qirkirinê û gav bi gav dajo ser bajar, navçe û gundên Kurdistanê.“


‘Ji mirovahiyê dûr ketine’

Konseya Rêveber a KNK’ê bal kişand pêkanîn û kiryarên dijmirovane yên li Farqîn û Nisêbînê di qedexeya derketina derve de û got, „Zilm û zoriyê li gelê me dike. Li ber çavên cîhan û raya giştî lûleya çekan dixe serê rojnamevanan, da ku agahî û dîmenên reftar û kiryarên wan ên qirêj negihêjin raya giştî.

Li Şirnexê jî, rûyê xwe yê faşîstane careke din diyar kir, dema welatparêzekî bi navê Hacî Lokqman Birlik, piştî birîndar dikin, bi êşkencê şehîd dikin û laşê wî bi makîna leşkerî ve girê didin û li pey wê bi erdê ve  kaş dikin! Ewqas har bûne! Ewqas ji mirovahîyê dûr ketine!“

KNK’ê diyar kir ku gelê Kurd ji van kiryarên dewleta Tirk re ne xerîb e û bibîr xist ku beriya niha jî li gelek deverên Kurdistanê heman kiryariyên ên ne mirovî pêk hatiye.

Konseya Rêveber destnîşan kir ku ew kiryara hovane û bê exlaqî ya di bûyera Ekîn Wan (Kevser Elturk) de li Mûşê hat kirin, hînê di mejî û hizra mirovan de zindî ye û nehatiye jibîrkirin.


‘Kiryarên AKP’ê nayên ji bîr kirin’

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: „Li Farqînê duh (05.10.2015) avahiya KURDÎ-DER’ê bi destê polîsan ve hate şewitandin, ev ne bûyerek normale! Ev dijminatiya nirx û biha yên gelê Kurd e! Ev dijminatiya dîrokî ya li hember çand û zimanê Kurdî ye! Ev kiryarên han  nabe bêne ji bîrkirin, nayên ji bîrkirin. Erê gelo çi ferq û cudayî di navbera kiryarên DAIŞ ê û Dewleta AKPê de heye? Cudahî ya wan bi tenê ew e, yek dewleta resmî ye, ya din ne resmî, lewma mirov bi hêsanî dikarê bêje: AKP e bi kiryarên xwe, DAIŞ a fermî ye! Ji bo rawestandin û rê li ber girtina vê siyaseta faşîst a Dewleta Tirk, em bang li wijdana mirovatiyê, hemû dewletên cîhanê dikin, herwiha bang li hemû sazî û dezgehên navnetewayî, di serî de NY dikin. Divê bi erk û peywirên xwe yên zagonî ya navnetewayî rabin û bi lezgînî bibin asteng li pêşiya faşîzma Dewleta AKP ê.


‘Bi giyana Arîn Mîrkan li ber xwe bidin’

Di daxuyaniya Konseya Rêveber a KNK’ê de banga berxwedanê li gelê Kurd hate kirin: „Herwiha berî herkesî em gelê Kurd û gelên Kurdistanê, ku îro salvegera şehadeta yek ji nîşane û sembola berxwedana Kobanê, Arîn Mîrxan e, divê em bi giyan û kesayetiya van lehengan rabin ser piyan û li dijî zîhniyet û faşizma DAIŞ´ê û Dewleta AKP´ê, destê xwe bidin hev û vê tekoşîna mirovahiyê, vê tekoşîna ji bo jiyana azad bidin meşandin! Em wek KNK, bi hemû hêz û şiyana xwe,  piştgriyê didin berxwedana gelê Kurd û Kurdistanê ya ji bo Xweseriya Demokratîk, bi taybetî jî em bi her cûreyî desteka xwe didin gelê xwe yê Farqîn, Nisêbîn û Şirnexê û seranserê Kurdistanê!

Em di wê baweryê de ne, ku zihniyet û siyaseta Dewleta AKP´ê û DAIŞ´ê li hemberî têkoşîn û îradeya  gelê me wê bişkê û hilweşe û  berxwedana gelê Kurd û Kurdistanê wê bi ser keve.“  


 ANF/BRUKSEL