BÊRÎTAN SARYA / ANF/EYN ÎSA

Elîzabeth Eysa Gewriye îşaret bi xisleta siyasî ya AKP kir û got, dewama Îttîhad û Teraqqî ye. Elîzabeth Gewriye qirrkirina Suryanî û Ermeniyan bî bi bîr xist û got, dixwaze Seyfoya mîna sala 1915’an pêk bîne.

Elîzabeth Eysa Gewriye jinekê Suryanî ye û alîkara Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Her wiha Elîzabeth dayika 3 zarokan e û perwerdekareke ku 28 salan mamostetî kiriye. Ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Suryanî karên hêja kiriye.

Gewriye got, dewleta Tirk li Efrînê, Cûrablûsê û Babê sûcên giran kirine û wiha peyivî:”AKP dewama Îttîhad û Teraqqî ye. Çawa ku Îttîhat û Terakkî rabû Suryanî û Ermenî qetil kir, AKP jî dixwaze Seyfoya mîna sala 1915’an pêk bîne. Li aliyê Efrîn, Bab û Cerablûsê komkujî kir û gel ji cih û warê wan kir. Dixwaze demografiya van herêman biguherîne. Erdogan dixwaze bi rêya şerekî mezin ê herêmî Ereban, Kurdan, Suryaniyan, Tirkmenan, Ermeniyan, Çerkezan qir bike û ji Bakurê Sûriyeyê derxîne.”

Gel bi têra xwe êş kişand

Elîzabath Gewriye got, ji bo şerê li gelemperiya Sûriyeyê biqede û êdî krîz çareser bibe divê Neteweyên Yekbûyî dest li rewşê werde û wiha dewam kir: “Gelên Sûriyeyê bi têra xwe êş kişandin. Em dixwazin Sûriyeyeke demokratîk ava bikin. Ji ber ku welatê me, axa me û gelên me hêjayî vê yekê ne. Xaka Sûriyeyê di herikîna dîrokê de dergûşa şaristanî û zanistiyê bû. Tîpên (herf) destpêkê li ser vê axê çêbûn.”