Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan destnîşan kir, serketina dengê ‘NA’ di referandûma 16’ê Nîsanê de wê bibe destpêka serdemeke nû û got, divê ji bo vê yekê bi hêvî kar bê kirin. Karayilan ku beşdarî bernameyeke taybet a li Stêrk TV bû wiha got; “Li Tirkiyeyê bi beşdariya AKP, MHP û BBP ku parçeyek ji MHP’ê ye tifaqeke neteweperest-nîjadperest ava bûye. Bi vî rengî dixwazin ji sîstema 12’ê Îlonê jî bêhtir zêdegaviyê bikin û faşîzmê mayînde bikin.  Dixwazin sîstemeke faşîst û dîktator mayînde bikin.”

Mûrat Karayilan destnîşan kir, ku divê were zanîn, tifaqa AKP-MHP’ê li ser bingeha dijberiya li Kurdan ava bûye û got, “Ji xwe şertê MHP’ê ev bû destketiyên gelê Kurd dikin hedef. Ne tenê li nava sînorên Komara Tirkiyeyê, li derveyî sînor jî dixwazin êrîşkariyê bikin û hemû destketiyên gelê Kurd ji holê rakin. Lewma her Kurd û demokratekî Kurdistanî yên xwedî wijdan û rûmetê, divê di referandûmê de nebêje ‘erê’.”


AKP dixwaze bikeve Kerkûkê

Karayilan, bilindkirina ala Başûrê Kurdistanê li Kerkûkê nirxand û got, “Bala xwe bidinê; li Kerkûkê ji bo ala Başûrê Kurdistanê biryarek hat dayîn. Ji xwe ala Iraqê hebû; biryar hat dayîn ku li kêleka wê ala Başûrê Kurdistanê were bilindkirin. Ev rabûn qiyamet rakirin. Ji ber ku Erdogan plana xwe ya şer vê gavê bi PDK’ê re li dijî me li Şengal û hin herêmên din amade kiriye, niha bi tundî nabêje ‘Em ê bikevin Kerkûkê’. Lê belê tişta ku dixwaze bêje, bi rêya Devlet Bahçelî dibêje. Devlet Bahçelî çi got? Got: ‘Ne dost e, ew postê li binê lingê me ye’. Ev ji bo lîderiya PDK’ê got. Yanî, ev dijminê tevahiya gelê Kurd in. Ev tiştekî vekirî ye. Û eger em îro nebin, wê vê yekê bi awayekî vekirî jî bikin. Em îro Bakur jî, Başûr jî, tevahiya Kurdistanê diparêzin. Eger em nebûna, wê teqez bigotina ‘Em ê bikevin Kerkûkê’. Niyeteke xwe ya bi vî rengî heye. Ji xwe Bînalî dibêje, ‘Divê Neteweyên Yekbûyî dest bavêje vê mijarê’. Bi van gotinan dixwazin bêjin, ‘Divê Tirkmenên li wê derê werin parastin; divê leşkerên me biçin wê derê’. Di dawiya dawî de jî wê biçin. Ji xwe eger em nebûna, wê heman niha di cih de hewl bida biçûna. Lê belê, ji ber ku niha li dijî me şer dikin û di şerê dijî me de dixwaze PDK’ê li kêleka xwe bidin şerkirin, tiştên bi vî rengî nikarin bi awayekî vekirî bêjin. Bi rengekî sergirtî gefan dixwin.”


Ew ne dostê Kurda ne

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bal kişand ser van xusûsan: “Ew ne dostê gelê Kurd e, ew ne dostê mirovekî Kurd e. Ew dostê wan Kurdên noker ên bi wan re tevdigerin e. Dîroka Komara Tirkiyeyê bi mînakên bi vî rengî dagirtî ye. Di Terteleya Dersîmê de, ewilî Kurdên berxwedêr kuştin û koçber kirin, piştre yên li cem dewletê kuştin û koçber kirin. Ev rastî di Tevgera Şêx Seîd de jî hat dîtin, di hemû raperînan de jî hat dîtin. Pêwîste mirov li dîrokê binêrin û roja îro li ser vê bingehê binirxînin. Ji ber vê yekê, divê ti Kurd vê rastiyê jinedîtî ve neyê. Kî vê rastiyê ji nedîtî ve bê, ew ê teqez têk biçe. Ji ber ku ev ê sibê rastiya xwe hê bi zelalî nîşan bidin û êrîşî hemû destketiyên Kurdan bikin. Lewma di referandûmê de divê ti Kurdistanî nebêje ‘erê’. Pêwîste bêje ‘NA’.


Serkeftina ‘NA’ wê bibe destpêkeke nû

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan destnîşan kir, ku eger di 16’ê Nîsanê de gelên Tirkiyeyê bêjin ‘NA’ û dengê ‘NA’ bi ser bkeve, wê li Tirkiyeyê serdemeke nû dest pê bike û got, “Ev yek wê derbeke mezin li pêla faşîst a tifaqa AKP-MHP’ê bixe. Ew ê qels bibin û wê pêşî li demokrasiya civakî vebe. Ji ber vê yekê, ev referandûm dikare bibe bingehek ji destpêkên nû re. Lewma divê mirovên me bi hêvî û bawerî bixebitin û helwesta ‘NA’ bi rengekî rêxistinî nîşan bidin. Ya ku niha tê dîtin, serketina dengê NA ye. Eger dek û dolab neyên gerandin, hîlekarî neyê kirin hem li Kurdistanê, hem jî li Tirkiyeyê wê dengê NA bi ser bikeve. Rewşa heyî vê yekê nîşan dide.” 



‘Biçin ser sandoqan ’


Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan  di daxuyaniya xwe de li ser girîngiya dengên referandûmê yên li derveyî welat jî axifî û ev bang li Kurdên li Ewropayê dijîn kir: “Li Ewropayê niha deng tê dayin. Bêguman gelê me yê li Ewropayê divê ji bo dengdanê hê xwe bişidîne. Li her bajarî deng nayê dayin; tenê li cihên diyarkirî deng tê dayin. Ji ber vê yekê, gelê me yê li Ewropayê divê nebêje, ‘ez li vir im; çi karê min heye ku biçim li cihekî din deng bidim’. Divê bi berpirsyarî rabe û zanibe, ku neçûna ser sindoqan tê wateya dengê ‘erê’. Kî naxwaze bibe şirîkê vê zilmê û vê zîhniyeta faşîst, pêwîste biçe ser sindoqan û dengê xwe bide. Neçûna ser sindoqê tê wateya dayina dengê ‘erê’. Hem li Ewropayê, hem li Tirkiyeyê, hem jî li Ewropayê divê bi vî rengî nêzîk bibin. Ez bawerim ji bo dengdana li Ewropayê demeke kurt ma ye. Ev xusûs girîng e.

Wekî din, mirovên ku gihîştine vê baweriyê divê bi tenê tevnegerin. Di heman demê de ew bi xwe jî bixebite. Ji ber ku îro bi taybetî li Kurdistanê û Tirkiyeyê kadro li derve nehatine hiştin. 10 hezar siyasetmedar û milîtanên Kurd îro di zîndanan de ne. Bi qasî 5 hezar HDP’yî girtine, avêtine zîndanê. Kesekî ku karibe bixebite nema ye. Ji ber vê yekê, her kesê welatparêz-demokrat, lazim e di vî warî de bi berprisyarî rabe, mîna kadroyekî biçe nava malan, xizm, cîran, her kesî hişyar bike û rêxistinbûna xwe ava bike. Bi vî rengî girseyan bibe ser sindoqan û bike ku dengê ‘NA’ bidin.”


‘Xwedî li dengê ji zîndanan tê derkevin’


Mûrat Karayilan: Bêguman divê gelê me li pêşberî qîrîna ji zîndanan tê bêdeng nemîne. Gelê me, ku li Amara û her cihî 4’ê Nîsanê pîroz dike, wê xwedî li azadiya Rêber Apo û qîrîna ji zîndanan bilind dibe, derkeve.

Karayilan ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz kir ji bo çalakiyên li zîndanan didomin jî ev bang kir: “Hevrêyên li gelek zîndanan, bi taybetî li Girtîgeha Şakranê ev 49 roj in di greva birçîbûnê de ne. Bêguman van hevalan biryara xwe bi xwe girtine; em di vê derbarê de nikarin tiştekî bêjin. Lê belê armanca ku wan danîne pêşiya xwe armanceke pîroz e û gelekî hêja ye. Ev grev dkeve rojên 50’î û roj bi roj rîska li ser jiyanê zêde dibe. Ev, dengekî girîng e. Pêwîste gelê me li pêşberî qîrîna ji zîndanan bilind dibe, bêdeng nemîne. Gelê me, ku li Amara û her cihî 4’ê Nîsanê pîroz dike, wê xwedî li azadiya Rêber Apo û qîrîna ji zîndanan bilind dibe, derkeve. Ev banga bi grevên birçîbûnê ji zîndanan tê kirin, bangeke girîng û cidî ye. Bi vê wesîleyê, ez roja bûyinê li hemû hevrêyên di greva birçîbûnê de ne pîroz dikim û wan silav dikim. Em bawerin, gelê me û têkoşîna me wê bi berxwedana Apoyî bi ser bikeve; serketin a me ye. “


 NAVENDA NÛÇEYAN