Albedîhî da zanîn ku hikûmeta Tirk di rêyeke ne diyar de dimeşe û got: “Hikûmeta Tirk xwe gelekî mezin dît û hemû têkiliyên xwe yên li Misirê bi camaeta Îxwan El Muslîmîn ve girê da. Tê zanîn Îxwanan jî xwest Nîl û Misirê bikin pira xwe ya li heremê ji bo çemka xwe têde zal bike."


‘Dewleta Tirk alîkariyên madî û lojistîk dike’

Aldîhî bal kişand ser daxuyaniyên nakok ên Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê hikûmetê Yildirim, ku her yek ji wan tiştekî ji yê din cihê dibêje û weha axivî: "Yildirim gotibû, ew li ser zêdekirina dostan û kêmkirina dijminan dixebitin. Lê belê Erdogan di heman mijarê de gotibû bi Misirê re têkîlî tine ne. Ev tevlîheviya di daxuyaniyê de gûmanan der barê niyeta hikûmeta Tirk de agahiyan zêde dike. Lê belê di rastiyê de hikûmeta Tirk alîkariyên madî û lojistîk ji bo grûbên terorîst rê dike û sînorên xwe ji wan re vedike da ku derbasî Sûriyeyê bibin û vegerin. Her çi qasî ji aliyê navdewletî ve Tirkiye hatibe hişyarkirin jî, Tirkiye di vehewandin û desteka ji bo komên terorê yên li herêmê de weke dewleta yekem e."  

Neşet Albedîhî di dewama axaftina xwe de ragihand, ku Erdogan bi hewldaneke zexel xwest Sîsî û gelê Misrê ji hev veqetîne û bide diyarkirin ku di navbera gel û hikumeta Misrê de şîlo bûn heye. Albedîhî got, "Lê belê gelê Misrê ji van lîstok û hewildanan mezintir e û nayê xapandin. Ne gengaz e hikûmet û gelê Misrê ji hev were cuda kirin, ji ber ku Serokkomar û hikûmeta Misrê ji aliye gelê Misrê ve hatiye hilbijartin." 


‘Divê mafên Kurdan bên dayin’

Li ser destwerdana Tirkiyeyê ya li nava kar û barên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê, Allbedîhî got, "Ev destwerdan di bin sedema zêdekirina hevrikiya di navbera pêkhateyên li herêmê. Mafê Kurdan e ku xwe li gor şêwazê ku ew ji xwe re guncaw dibînin, bi rêxistin bikin. Divê Tirkiye mafên Kurdên li Tirkiyê jî bide wan. Bi taybet piştî rakirina mafê destnedana parlementerên HDP’ê."

Tê zanîn ku tekiliyên Tirkiye û Misrê piştî 30’ê Hezîranê li Misirê têk çûn. Ku di encama vê rakêşiya siyasî de Sîsî weke Serokkomar hate hilbijartin û dawî li desthilatdariya Îxwan El Muslimîn hat anîn. Ji wê demê ve Erdogan ew destek kirin û deriyê Tirkiyê ji wan re vekir. Hemû alikariyên madî, lojîstik, ragihandin ji wan re pêşkeş kir û derxistana Mihemed Mursî yê ku weke Serokkomar hatibû hilbijartin, ji zindanê diparêze û destek dike. 


 ANF/QAHÎRE