Dewleta Tirk şerê giştî li dijî Gelê Kurd li tevahiya Rojhilata Navîn bi rêve dibe. Heta bi welatên Ewropa jî ew vî şerî gurr û berfireh dike. AKP li Bakur, Rojava û Başûr şerekî giştî û bi hemû derfet û imkanên dewleta Tirk li dijî Kurdan ilankiriye. Ew li Bakur dixwaze iradeya gelê Kurd û berzbûna serweriya Kurdistanê di hilbijartinên derbasbûyî de têk bibe û Kurdan bîne nuqteya sifrê. Piştî ku nexşeya Bakur diyar bû û di serî de AKP, hemû partiyên dewleta dagirker hatin qewitandin, tu alternatîv li pêşiya AKP'ê û dewletê neman, an ewê vê rastiyê qebûl bikin û dê Kurdistan cihê xwe wek xweserî û iade bigre an jî divê ji bo rêlibergirtina berzbûna Bakur, dest bi şerekî qirêj yê giştî bikin. AKP'ê şer tercîh kir. Li Rojava jî heman feraset derket holê. AKP'ê hemû çete û kujêrên cîhanê li Gelê Kurd li Rojava kom kirin û ew bi rêxisitin û çek kirine û şandin ser sivîlan. Armanca AKP'ê ew bû ku rê li ber avakirina Rojava bigre û Gelê Kurd wê derfetê nebîne, bibe desthilatdar û xwedî statu.
Li Başûrê Kurdistanê jî AKP'ê xwedî siyasetek qirêj bû. Hemû komkujiyên ku piştî sala 2003 an bi serê Gelê Kurd li Başûr hatine, ji aliyê AKP'ê ve hatine rêsan. Di sala 2007'an AKP'ê bi riya çeteyên xwe 2 erebeyên bombebarkirî şandin Şingalê û li wir bi sedan Kurdên Êzîdî kuştin. Her weha di rêzkomkujiyan de bi sedan ji karker û welatiyên bê sûc ji aliyê komên çete yên girêdayî MIT a dewleta Tirk li Şingal, Xaneqîn û Kerkûkê hatin kuştin. Heta ku AKP bi riya DAIŞ'ê di tebaxa 2014 an komkujiyek mezin û fermana 74 an anî serê Êzîdiyan.
Plana şer ya AKP'ê ew bû ku heremên xurû Kurdî, yên di warê berxwedan û nasnameya Kurdî de xwedî taybetmendiyên mezin in, mîna Şingal û Kobanê û niha jî Cizîr, bike gola xwînê. Wêran û talan bike û gelê wê derbider bike. Wiha diyar dibe ku AKP'ê ji her partiya Tirkan a ku hatiye ser desthilatdariyê xwedî kîn û siyaseta komkujî û jiholerakirina Gelê Kurd e. Niha AKP hewl dide desthilatdariya xwe li ser xwîna Kurdan ava û bi cih bike. Ji bo AKP û Erdogan kuştina Kurdan û wêrankirina Kurdistanê, bi li Şingal an Koban an Cizîr, bûye derfeta jiyan û xelasiyê.
Dewleta AKP şerê xwe yê li dijî Kurdan zû bi dawî nake. Eger ew qelis û têkçûyî be şer berfireh dike û eger ew bi serbikeve dê dîsa şer xurttir bike. Li pêşiya Kurdan û Tevgera Azadiya Kurdistanê tu alternatîv ji bilî berxwedanê nemaye. Heta ku AKP'ê nebîne ku dê berxwedan hîmên wê têk bibe, ewê neyê ser riya çareseriyê. Riya ku Erdogan têde dimeşe, heman riya Sedam û Esed e. Ev rê dawiya wê ji niha ve diyar e. Kesek nikare bi rûmeta Gelê Kurd bilîze. Divê Erdogan û AKP zanibin ku ev şer û komkujî dê ne zirarê bidin Kurdan tenê, lê dibe ku ev şer dawiya wan nêzîktir bike. Jixwe niha raya navnetewî jî hemû bi terora Erdogan û AKP'ê ve hisiyaye. Hemû kes dizane ku Kurd aşîtiyê dixwazin û hêza herî xurt ya li dijî terorê ne. Kurd û bi taybet Tevgera Azadiyê, hêza misoger ya xelasiya mirovayetiyê li Rojhilata Navîn in....