Di doza ku îro li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat de ji bersucan Ayşe Kara, Abdullah Yaman, Zehra Tunç, Sîsin Yaman, Ceziya Kabul, Lutfu Taş û Elîf Ulûdagê tevî parêzerên xwe beşdar bûn.
Dadgehê bi hinceta “bi navê rêxistinê suc kirin” û “propagandaya rêxistinê kirin” li her yek ji endamên Komê yên ji Mexmûrê hatin Ayşe Kara, Abdullah Yaman, Zehra Tunç, Sîsin Yaman, Ceziya Kabul 9 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî.
Li her yek ji du endamên koma Aşitiyê yên ji Qendîlê hatin Lutfu Taş û Elîf Uludagê bi hinceta “Endamên rêxistinê ne” û “propagandaya rêxistinê kirine” 14 sal cezayê girtîgehê hat birîn.

ANF/AMED