Hemû dîktator yan jî serkariyên dîktator di pêvajoya têkçûnê de êrişkar û bê edeb dibin, ji tu nirxi re yan jî anora mirov û gelan re rêz nagirin. Xwe di hêlya dêwan de dibînin. Ji mafan, demoqrasiyê û her tevgera gel ditirsin, Lema berê xwe didin serkariyeke zalimane. Tenê bi tevdîrîn polîsiye û artêşê dixebitin ku her kesî bitirsînin. Dema mirov li rayedarên AKPê dinêre, ji axaftin, gotinên wan ên gefxwarinê, bê sinc û ji etika siyasetê dûr dinirxîne, zagonên derdixin di ber çavan re derbas dike, bi hêsanî têdigihîje ku ew li ber şêmuga têkçûneke gelek xirab in. Ew têkiliyên wan ên bi paşverûtiya Rojhilata Navîn Daîşê re jî vê rastiyê bê kêmasî pesend dike. Bingehê felsefeya vê xetê jî xetarnak e.
AKP û sergerdeyên wê bi referensa Emevî û Osmaniyan bi rê ketin. Di destpêkê de ji bo ku bikanin serkariyê bi giştî bigirin bin kontrola xwe, ev aliyên xwe veşartin. Hin dirûşmeyên qaşo bêhna demoqrasiyê jê dihatin derxistin pêş. Çendî di nava serkariyê de xwe bi cîh kirin, ew qas rengên xwe yên bi paşverûtiya Rojhilata Navîn ku di serkariya Emevî û Osmaniyan de karekterîze bûye derxistin pêş. Dema serhildanên li welatên ereban di bin navê qaşo „bihara ereban“ de derkete ser dikê, hêviya impartoriyeke Emevî- Osmanî di bin „eniya suniyan“ de ji nû ve afirandinê li wan peyda bû. Bi birêkxistinê û gijê ser gelan kirina Daîşê rê ev hêvîya wana dinastiya Emevî careke din bîra wan tev da. Lê berxwedana hêzên kurdistanî yên bi ala Tevgera Azadî li Şengal, Mexmûr û Kobanî hêviyên wan ser û bin kir. Berê eydiya qurbanê Erdogan bi vê hêviyê gotibû „ha ket ha bikeve!“ Lê ev hêvî di qirika wî de çik bû. Dibe ku ew bi wê kulî jî biçe. Di destpêka serkariya xwe de bi piştgiriya dewletên NATO hemû sazî û hêzên dewletê hêdî hêdî girtin bin kontrola xwe.
Tenê kelemekê li pêş wan ma, Tevgera Azadî. Ji bo têkbirina Tevgera Azadî bi telalên xwe yên di nava çapemeniyê de kujêriya li Sirîlankayê wek referens girtin, lê bi ser neketin. Pişt re serokên komên têkçûyî anîn û bikaranîn, ku hê jî dem bi dem bikartînin dîsa nebû û nebû. Baş tê zanîn ku di çanda serkariya tirkan de aşitî î lihevkirin tune. Sozên wan tenê dek û dilab in. Tevgera Azadî ji bo ku bikane wan bikişîne ser xete çareseriyeke aşitiyane, pêvajoya çareseriyê da destpêkirin. AKPe û sergerdeyê wê bi qurnaziya xiniziya osmanî nêzîkê pêvajoya çaresiriyê bûn, takiye kirin. Di bin de jî firsenda aloziyên li Sûrî û Iraqê bikaranîn. Di encamê de hêza Daîşê derxistin pêş û xistin pêsîra kurdan û şer derxistin derê sînorê Tirkiye. Bi vî awayî xebitîn ku bi alîkariya wan Tevgera Azadî ji holê rakin. Lê nebû.
Kîbîr û pozbilindî. Ev kîbîr, pozbilindî û harbûna wan ji aliyekî ve ji karektereke Emevî û osmaniyan ya herî giring tê. Serkariya Emevî û Osmaniyan xwe li ser hemû beş û komên gel re didîtin. Ew esilzade, di her warî de mafdar, xwedanê gotinê bûn. Kom, çîn, beşên civakê, gelên din û kêmar wek koleyên divîbû ji her fermanên serkariya wan re amade bana û serî biçemandana. Telalan fermanê wan dixwendin, ahalî jî divîbû ev ferman pêkbanîna, yan jî derketana çiyan. Heta bi fermanan jinên waliyan jî dane berdan û li xwe markirine. AKP jî li bendê ye ku her kes ji wan re serî biçemîne û wekî wan bin. Ji aliyekî ve jî li hemberê Tevgera Azadî têkçûn Daîşê bi wê ve girêdayî têkçûna wan û bi navnetewî pejirandina Tevgera Azadî tê. Emevî û Osmaniyan dewlemendiya dewletê kirine xizmeta xwe, bê navber kele jêkirine, cih û war wêrankirine. AKP  û Sergerde wî jî sedî sed di nava çarçoveya vê têgihîştinê de tevdigerin. Telalên wan ên demê jî çapemeniya wan e. Lema wan bikartînin û li bendê ne ku her kes ji wan re serî biçemînin. Ji wê jî li hemberê xwebawerî, serbilindî, di warê siyasî û hêzê ve kemilî, xurtbûn û pêt rawestana Tevgera Azadî har û dîn dibin.
Dîsa di Emevî û Osmaniyan de felsefe yan jî fikra bê wan her kes kafir e, divê cidî neyên girtin, bi her dek û dolabî ew werin xapandin, serdest bû û li gor vê felsefê tevdigeriyan. Dad wan dînastiyan jî di nava çarçoveya vê nêrînê de li gor şerieta xîlafeta wan bû. AKP  jî tenê bi vê têgihîştinê nêzîkê mijareyan dibe, di wê çarçoveyê de qaşo rê nîşanê Daîşê jî dide. Vê helwest û alîkariya xwe venaşêre, ji wê jî di cihanê de hatiye tecrîdkirin.
Êdî ew politîka wan ya mexdurîyetê jî têkçûye, pênc qurişan nake. Ew jî wekî têkçûna osmaniyan di kerta dawiyê de ne. Ango di pêvajoya teqîna harbûnê de ne. Lema jî her tevger û gotinên wan bê edep, geflêxwarin, êrişkar û ji normên serkariyeke dewletî dûr e. Osmaniyan di wê pêvajoya têkçûnê de ermenî, suryanî di komkujiyê re derbas kirin. Her çendî rewş ne li gor wê demê jê be. Gelê kurd êdî dikane bi her awayî xwe biparêze jî, dibe ku ew jî serî li rêyên wehşetên wiha bidin. Jixwe bi her awayî xebitîn ku vê nîyeta xwe bi Daîşê bidin kirin.