Kurdistanî û dostên wan li ser banga TJK-E û KCD-E li ber HBF a Dortmûndê li hev civiyan û çalakiyek pêk anîn. Di axaftinên li vê derê hat ragihandin, ku heta dorpêçiya li ser gelê Sûrê heye bê rakirin, wê çalakî bidomin.
Li Essenê jî endam û rêveberên bi dehan saziyan li mizgefta Seîdê Kurdî dest bi greva birçîbûnê ya sê rojan kirin. Bi çalakiyê re wê zext û komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike bên şermezarkirin û berxwedana gelê Kurd were silavkirin.
Çalakiyê duh destpê kir, wê sibe biqede.
Li Osloyê sloganên ‘Kujer Erdogan’
Li paytexta Norwêc Osloyê, ji ber xeterî heye li Sûrê komkujiyeke mezin ji aliyê dewleta Tirk ve bê kirin, gel herikî kolanan.
DORTMÛND/OSLO