Li navçeya Bêgirî ya Wanê li ser Çem aliyê jor û her wiha li nêzî Kanî Spî ya Şax û Payîzava HES’ên ku dihatin plankirin projeya wan hat amadekirin. Bi xebatên HES’ê yên ku wê demek nêz dest pê bikin re Wan wê bibe baregeha HES’an. Li Wanê bi destûra Walîtî û Qeymeqamtiyê li dora golê saziyên fermî hatine avakirin, bi kargehên wan ên li dora peravê re hawirdor roj bi roj qirêjtir dibe û texrîbatên mezin li derdorê dikin.
Qirkirina xwezayê ye
HES’ên ku li her derê tên avakirin komkujiyeke xwezayî ya mezin pêk tînin, Gola Wanê jî qirêj dikin. Li navçeya Artemêtan a Wanê, li perava Gola Wanê Santrala Elektîrîkê ya Hîdro (HES) beriya ku pergala parzûnkirinê ava şêrîn berdide golê û ji ber vê jî av qirêj dibe û rayedar jî li dijî vê bêdeng in. Li Kadembaşi ya ku HES lê ye, di şerîta 10 kîlometreyî ya peravê de bermahiyên ji kargehê tên, rengê golê xera dike. Hikûmeta AKP’ê ya ku bi van sînor namîne li Wanê niha dest bi çêkirina HES’ên nû dike. Li Bêgiriyê aliyê jor ê Çemê Şeytan, li nêzî Kanî Spî ya Şaxê û Payîzawayê projeyên HES’ê amade dike.
Tûnekirineke mezin e
Der barê mijarê de Serokê Wan Çev-Derê Alî Kalçik axivî û diyar kir eger pêşî li çêkirina HES’an neyê girtin wê li Wanê xweza bi texrîbateke mezin re rû bi rû bimîne. Kalçik bi lêv kir tevî bertekên tund nîşanî çêkirina HES’an didin jî AKP li Şax, Mîks, Erdîş û Bêgiriyê çêkirina HES’an berdewam dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “AKP’ê Wan kiriye baregeha HES’an. Wan yek ji bajarê Kurdistan û Tirkiyeyê yê bi xwezaya xwe yê herî xweş e û niha bi komkujiya xwezayê re rû bi rû ye. Navendên bajar tên valakirin, li herêmên çolterê xebatên HES’an texrîbatên giran çêdikin. Me di vê mijarê de bi dehan carî bang li raya giştî kir û em ê banga xwe bidomînin. Bi taybet jî xebatên HES’ên li perava Gola Wanê qirêjiyek mezin çêdikin. Mînak coka Şamranê bi çêkirina HES’ê re wê tune bibe. Lê pirsgirêka herî mezin ev e ku gelê me di vê mijarê de ne xwedî agahiyên têr e. Di vê mijarê de vê xebatên me zêde bibin.”
Şîrketên kapîtalîst in
Endama Eko-Ciwan a Wanê Cevahatî Yigîtî Boke jî got: “Herêma Serhedê herêmeke ku ava wê zêde ye. Cihekî ku dikare rezerva avê ya Tirkiyeyê peyda bike. Ji ber vê jî îştaha kapîtalîzmê vedike. Ev jî kesên sermayedar ên alîgirên hikûmetê ne. Hem rêveberê me ne hestiyar in, hem saziyên civaka sivîl û hem jî mixabin gelê me ne xwedî agahîne. Ev ax ji bo du qirûşan tê firotin. Lê ger wisa be 20 sal şûnde kes ji van axan fêdeyê nagire. HES gelek bi xeter in. Banga hevşaredarên me Bekîr Kaya û Hatîce Çoban a ‘Em axa xwe û ava xwe komun bikin’ heye. Ev daxuyanî gelek girîng in. 20 sal şûnde em ê nikaribin qadek bê komunkirin bibînin. Divê di demek nêz de tedbîr bên girtin û em bertekên xwe nîşan bidin.”
OKTAY CANDEMÎR/ WAN