Ji ber ku partiya Belçîka ya herî mezin Îtifaka Nû ya Flamanan (N-VA) der barê Kêşey a Kurd de pêşnûmeyek pêşkêşî senatoyê kiribû û xwestibû serokê PKK’ê Abdûllah Ocalan wekî serokê rewa yê Kurdan bê qebûlkirin xwestibûn pêşnûma ji nû ve were nîqaşkirin, di 13’ê Berfanbarê de wê rûniştin pêk bê, ji ber vê yekê serokê Komîsyona Karê Derve yê Meclisa Enqereyê Volkan Bozkir û heyeta ligel wî wê biçe Belçîkayê.
Patiya Nû ya Flamanan(N-VA) di hilbijartinên dawîn de dengên herî zêde girtibû û senatorên wan Karl Vanlouwe û Patrick De Groote di 14’ê cotmehê de ji bo ku di 14’ê kanûnê de were nîqaşkirin bi sernavê “Destekirina hevdîtinên aştiyê yên di navbera dewleta Tirkiyeyê û civaka Kurdan de” pêşnûmayek hatibû pêşkêşkirin. Ji bor ê li ber vê yekê bigire Tirkiye heyetekê dişîne Belçîkayê.
Serokê Komîsyona Karê Derve ytê Meclisa Enqereyê Volkan Bozkir, wê bi nasnavê nûnerê taybet ê Cemîl Çîçek biçe serdana Parlamentoya Belçîkayê. Di serdanê de ni nav de seroka koma dostanî ya Tirkiye û Belçîka ya Meclisê Tulîn Erkal jî wê hebe. Volkan Bozkir, wê derbarê pêşnûmayê de bi serokê Meclisa Nûneran a Belçîkayê Andre Flahaut û serokê Senatoyê Sabine De Bethune re hevdîtina bike û Bozkir her wisa wê nameyek Cemîl Çîçek jî bide serokê komîsyonê Karl Vanlouwe û nûnerên partiyên siyasî yên li meclisa Belçîkayê û bi rayedaran re hevdîtinan pêk bîne.
Di pêşnûmeya ku senator Karl Vanlouwe û Patrick De Groote dabû û di 22’yê mijdarê hatibû nîqaşkirin de lê ji ber dem nîn bû hatibû taloqkirin tê xwestin ku serokê PKK’ê Abdullah Ocalan wekî nûnerê rewa yê gelê Kurd were naskirin.

Di pêşnûmaya bi sernavê “Destekirina hevdîtinên aştiyê yên di navbera dewleta Tirkiyeyê û civka Kurdan de” de ji komîsyona Ewropayê tê xwestin ku Abdullah Ocalan wekî serokê rewa yê gelê Kurd were naskirin. Her wisa din av de şaredar jî hene serbestberdana hemû BDP’iyan tê xwestin, û pêşniyazên ku bila hevdîtinên di navbera Ocalan-PKK û dewleta Tirk de jî bila ji nû ve dest pê bikin û bila komîsyona Ewropa û Daîreya Karê Derve ya YE’yê alîkariya normalkirina têkiliyên dewleta Tirk û nûnerên Kurdan bike û komîsyona heqîqetan û lihevkirinê were avakirin û ji bo vê yekê wekî çavdêran ristê bigirin ser milê xwe” dike.

ENQERE