Cenazeyê ku li Kobanê bû ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ji aliyê malbat û parlamenterên HDP’ê ve hate wergirtin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Malbata Ortakaya, hevalên wê û parlamenterên HDP’ê Îbrahîm Ayhan û Gulseren Yildirim û rêveberên DBP’ê li baxçeyê nexweşxaneyê kom bûn. Dema karên dozgeriyê gel dirûşmên “Tolhildan” qêriya.
Dê li Stenbolê bê veşartin
Li vir Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Ayşe Efendî axaivî û têkoşîna yên bedena xwe dane û sînor bêwate kirine silav kir. Piştî karên dozgeriyê qediya darbesta Ortakaya ji aliyê jinan ve hate hilgirtin û birin wesayîta cenaze. Li vir ji bo yên Kobanê jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin û konvoy ket rê. Cenaze dema hate Pirsûsê ji aliyê hezaran welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Cenazeyê Ortakaya ji bo otopsiyê wê pêşî bibin Saziya Tiba Edlî ya Rihayê û paşî jî ji bo veşartinê bişînin Stenbolê.
DIHA/RIHA