Siyasetmedar û rewşenbîrên başûrê Kurdistanê êrîşên hikûmeta AKP’ê şermezar dikin.  Serokê Yekitîya Parlamentêren Kurdistan (YPK) Nîmed Abdullah, bertek nîşanî operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî siyasetmedarên Kurd pêktê da û wiha got: „Berê generalên Tirkîye li dijî Kurdan zext dikir le niha Hikûmeta AKP xwe wekî bûye general dibîne û li dijî Kurdan zext dike“
Berpêrsiyarê Kovara K 21 û Kovara Leyla Qasim û Leyla Zana Mumtaz Heyderî bertek nîşanî operasyonên siyasî da û diyar kir ku „Siyaseta şovenîst a Recep Tayîp Erdogan bi navê Tirk li dijî Kurdan pêk tîne, ji siyasta berê ne cudatir e. 
Serokê Yekîtîya Parlamentêren Kurdistan (YPK) Nîmed Abdullah jî li dijî operasyonan berketê nîşanda û wiha axivî: „Êrîş, girtin, zext û binçavkirina çalakvanên sîyasî ya Bakûrê Kurdistan rast nîn in. Em van pêkutiyan bi tund şermezar dikin.“
Abdulla, anî ziman ku zext û zordarîya dewleta Tirk ên li ser siyasetmedarên Kurd ên Tirkiyeyê li ber çav in û wiha pê de çû: „Zext û zordariyên li ser parlementerên Kurd pêktên li ber çav in. Berê li Tirkîye generalên leşkêrî ev rola dilîst. Lê niha hikûmeta AKP’ê bi heman raman tevdigre û wê rolê dilîze. Hikûmeta AKP’ê bi xwe bûye general û zextan li ser Kurdan pêktîne.“ Abdulla, da zanîn ku demek dirêj e li Tirkiyeyê têkoşîna gelê Kurd didome û wiha axaftina xwe berdevam kir: „Tekoşîna Bakûrê Kurdistan demek direjê berdevam dike. Gelek caran ev têkoşîn bi reya tûndî xwestin ji holê bê rakirin lê nekarin vê yekê bikin. Çareseriya pirsgirêkan rêbazên demokratîk e. Pewîste dewleta Tirk bi xweşî nezê wê tekoşîne bibin.“

‘Divê raya giştî bedeng nemîne’

Abdullah, destnîşan kir ku ji bo li Tirkiyeyê demokrasî pêşbike ve rolekî mezin dikeve ser milê raya giştî û wiha dom kir: „Ya herî nebaş ew e ku raya giştî ya navneteweyî û NY li dijî pêkutiyên Tirkiyeyê bêdeng e. Em wek YPK ji bo ku sîyasêta înkar û tûnekirine pûç bibe bang li Parlamentoya Ewropa, Yekîtîye Parlamanterên Navneteweyî, Parlamentoya Iraqê, Parlamentoya Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hemû rexistinen mafê mirovan, rexistinen sivîl yên Herêma Kurdistanê û rexistinên mafê mirovan yên navnetewî dikin ku li dijî wan pekûtîyan rola xwe bilîzin.“

Heyderî: Cûdatiya Erdogan û Kemalîstan Tune

Rewşenbîr û niviskarê Herema Kurdistan a Federal Mumtaz Heyderî daxuyaniyek taybet da DÎHA’ê. Heyderî diyar kir ku cûdatiya siyaseta AKP’a Recep Tayîp Erdogan û dema Kemalistan nîne û wiha got „Siyaseta şovenîst a Recep Tayîp Erdogan bi navê Tirk li dijî Kurdan pêk tîne ji siyastê berê ne cudatir e. Her çend Erdogan bêje ji bo çareserî pirsgirêka Kurd gavan davêje jî ne rast e. Ji dema Împaratoriyetê Osmaniyan heta deshilatiya Erdogan yek siyasta dewleta Tirk hebû ew jî qirkirina Kurdan bû. Bi raya min dewletên deshilatdarên Kurd mafê Kurdan nadin. Rastiya komkujiya Roboskî li berçavan e. Gotina pêşiyan a „Li gur şivan re şinê digerînin û bi gur re goşt dixun“ ji bo Erdogan rast e.“

Heyderî da zanîn ku dewleta Tirk li dijî Kurdan komkujiyê siyasî û fizîkî xistiyê meriyete û wiha got: „Di dema dawî de li Bakurê Kurdistan û Tirkiye girtin û komkujiyên li dijî gel û siyasetmedarên Kurd pêktên nayê pejirandin. Ez vê siyaseta nemirovî şermezar dikim. Divê gelê Kurd di vê pêvajoyê de hişyar, bi tifaq û yek bin. Divê bi lezgîn Kongra Neteweya Kurdistan pêk bê. Divê hemû nûner û sazyên Kurdan beşdarî vê yekê bibin. 
Heyderî piştgirî da gotina Leyla Zana a „Çek garantiya mafê Kurdan e“ û wiha pêde çû: „Ez li ser navê Leyla Qasim û Leyla Zana kovarek çap dikim û li her derê bi taybet parastina Leyla Zana û parlemenê jin dikim. Îro yên çek bikartînin dewleta Tirk e. Tevgera Gelê Kurt her tim doza aştiyê kiriye.“

DÎHA/HEWLÊR