“Yekemîn car e ku di hilbijartinên 24´ê Hezîranê de îhtîmala wendakirina AKP´ê derketiye holê. Eger gelê Kurd û hêzên demokrasiyê xwedî li sindoqan derkevin û pêşî li hîleyên AKP´ê bigirin, dawiya desthilatdariya AKP´ê wê were.”

Hevserokê Konseya Rêveber yê KCK´ê Cemîl Bayik anî ziman ku AKP dixwaze bi hêzên faşîst ên weke MHP´ê re bibe yek û desthilatdariya xwe li ser piyan bihêle, lê heger hêzên demokrasiyê tifaqên xwe xurt bikin û têkoşîneke bi hêz bimeşînin, ew ê dawî li vê desthilatdariyê bînin.

Hevserokê Konseya Rêveber ya KCK´ê, Cemîl Bayik, bersiv da pirsên rojnameya me Yeni Ozgur Polîtîkayê yên derbarê hilbijartinên 24´ê Hezîranê de. Bayik diyar kir ku di hilbijartinên 24´ê Hezîranê de îhtîmala bibinketina AKP´ê derketiye holê û ji ber vê yekê her ku diçe zextên xwe yên li dijî civakê zêde dike û hewl dide ku di van hilbijartinan de bi hîleyan, dek û dolaban vê encamê biguherîne û bi ser keve.

Bayik destnîşan kir ku dagirkirina Efrînê ku Erdogan ji bo nijadperestiyê kûr bike serî li vê rêbazê dabû jî dengên AKP´ê zêde nekirine û tevî kesên Îslamî û Kurdên berê deng dabûn AKP´ê, gelek beşên civakê ji AKP dûr ketine, lê belê tevî vê rewşê, desthilatdariya AKP´ê naxwaze bi hilbijartinan biçe.

Tifaqa gelan girîng e

Bayik anî ziman ku di nav civakê de li dijî faşîzma AKP´ê hêrs û nerazîbûneke zêde heye û tifaqa ku AKP bi MHP û hêzên dijmine gel re kiriye jî ji ber vê tirsê ye, bi vê yekê dixwaze xwe li ser piyan bihêle. Bayik bal kişand ser wê yekê ku AKP ji bo di hilbijartinan de bi ser keve ji Çiller, Agar û MHP´ê piştgiriyê dixwaze, bi zilm û zorê dixwaze civakê bêdeng bike û vê jî weke aramiyê nîşan dide. Bayik li dijî bloka şer, tifaqa ku hêzên demokratîk bi pêş xistiye, weke gaveke girîng nirxand û diyar kir ku divê ev bi hilbijartinan re bi sînor nemîne û piştî hilbijartinan jî dewam bike. Bayik weha peyivî: “Beşên civakê ku berê tim di nav têkoşîna demokrasiyê de cîh girtibûn bi tifaqekê piştgiriyê didin HDP´ê. Ev nîşan dide ku di demokratîkbûna Tirkiyeyê de bi biryar in û wê têbikoşin. Li dijî desthilatdariya AKP´ê tifaqeke demokrasiyê ya bi hêz derketiye holê. Faşîzm tenê bi tifaq û têkoşîneke xurt û sazkirina êniyeke demokrasiyê dikare bi paş ve biçe. Ji bilî vê yekê, ti rêbaza din nîne. Niha tifaqeke bi vî rengî derketiye holê. Di dîroka Tirkiyeyê de cara yekem e hêzên demokrasiyê û gelan bi vî rengî hatine cem hev. Ev ji bo Tirkiyeyê gaveke erenî ye û encamên vê di hilbijartinan de wê derkevin holê. Ev tifaqa demokrasiyê divê li dijî faşîzmê bibe têkoşîneke hevbeş a demdirêj û şoreşa demokratîk ku bi xwe re demokrasiyeke rastîn bîne.”

Ya girîng têkçûna AKP-MHP ye

Hevserokê Konseya Rêveber ya KCK´ê, Cemîl Bayik anî ziman ku ji bo wan, ya girîng ew e ku li dijî AKP-MHP´ê têkoşîneke xurt were meşandin û faşîzma AKP-MHP´ê ji desthilatdariyê bikeve. Her weha Bayik diyar kir ku heger di hilbijartinan de bloka faşîst a AKP-MHP´ê ji desthilatdariyê bikeve, ev encam wê bi xwe re ji bo hêzên demokrasiyê û têkoşînê bingeheke xurt û firsendên mezin derxîne holê û got, “Di rewşeke weha de daxwaza me ew e ku serokkomarê nû û hêzên ku werin ser desthilatdariyê dev ji polîtîkayên klasîk ên dewletê berdin û ji bo demokrasî û azadiyan gavan biavêjin. Heger di warê demokrasî û çareserkirina pirsgirêka Kurd de bixwazin gavan biavêjin, di rewşeke weha de em ê jî piştgiriyê bidin vê yeke. Ji ber ku hemû gelên Tirkiyeyê azadî û demokrasiyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd dixwazin. Herkes dixwaze ev desthilatdariya faşîst a despot bi dawî bibe. Lê yên guh nedin van daxwazan, û kî bibe bila bibe wê bi têkoşîna gel re rû bi rû bimînin.”

 

 NAVENDA NÛÇEYAN