Hozat di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser serdana Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) a 28-29’ê Nîsanê li Îmraliyê kir.Hozat da xuyakirin, ku divê CPT di dema herî nêz de encamên vê serdanê bi raya giştî re parve bike û got, “Girîng e şert û mercên Rêberê me lê tê ragirtin, rewşa wî ya tenduristiyê bi gelê me, bi raya giştî re bên parvekirin. Armanca vê serdanê agahdarkirina gelê Kurd û civakê bû. Di nava tevgera me, gelê me û tevahiya raya giştî ya demokratîk de endîşe û bendewarî hene.”
Dewlet di nava kirîzê de ye
Hozat bal kişand ser krîza li Tirkiyeyê û li ser vê mijarê, ev nirxandin kir: “Tirkiye di pêvajoyeke gelekî cidî ya kaosê re derbas dibe. AKP û MHP di nava krîzeke cidî de ne. Polîtîkayên mûxalefeta li nava MHP’ê û ekîba Devlet Bahçelî li dijî hev in. Di nava CHP’ê de jî pirsgirêkên cidî hene. AKP jî di nava krîzeke giran de ye. Ev yek tê wateya krîza sîstema netewe dewleta Tirk. Ya rast krîzeke dewletê ye. Ji ber ku AKP’ê li Tirkiyeyê demokrasî tasfiye kir..” Hozat diyar kir, di nava şert û mercên heyî de pêkan e hilbijartineke pêşwext bikeve rojeva Tirkiyeyê û got, “Mîna berê nabe. Di hilbijartineke pêşwext a gengaz de, divê hêzên demokrasiyê bi rengekî blokê tevbigerin. Girîng e bi tifaqê tevlî hilbijartinê bibin.”
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di dewama axaftina xwe de destnîşan kir, ku AKP ketiye nava pêvajoyeke têkçûnê û got, “Xistiye nava pêvajoyeke têkçûnê. Guh nedin axaftinên AKP’ê, daxuyaniyên rayedar û rêveberên AKP’ê. Divê mirov bi derew û demagojiya wan nexapin. Ev hemû şerê taybet û psîkolojîk e. Ya rast ew e; AKP ketiye nava pêvajoyeke mezin a têkçûn û ji hev ketinê. AKP serberjêr bûye.”
‘MHP wê li ser lingan digire’
Hozat destnîşan kir ku di rewşa heyhi de hêza bingehîn a AKP’ê li ser piyan digire MHP ye û wiha gotinên xwe berdewam kirin: “Ewçend hêza AKP’ê nîne. Hin aliyên neteweperest ên li nava CHP’ê, Ergenekon jî bûne palpişt ji AKP’ê re. Yanî dewleta kûr bi xwe. Hêza AKP’ê têra desthilatdariya bi tena serê xwe nake. Divê mirov bi vê nexapin. Ya ku niha Tirkiyeyê bi rê ve dibe Daîreya Şerê Taybet e. Serokê vê daîreyê jî Erdogan e.”
Hozat destnîşan kir, ku têkoşîn û berxwedaneke bi bandor, berxwedana hevpar a hêzên demokrasiyê bi Kurdan re wê vê pêvajoya têkçûnê ya AKP’ê bilezîne û AKP’ê tasfiye bike.
‘Kurd ji dewletê qut bûne’
Li ser mijara rakirina destnedana parlamenterên HDP’ê de jî Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat got, “Bêguman eger destnedanê rakin, wê kaosa li Tirkiyeyê mezintir bibe. Şer wê girantir bibe. Şer wê bigihêje asteke cudatir. HDP jî di siyaseta demokratîk de xwedî alternatîfan e. Lewma HDP wê li her derê têbikoşe. Li kolanan, li meydana, li her qadên jiyanê têkoşîn naqede. Der barê mijara qutbûnê de jî hin nîqaş tên kirin. Eger ev yek ji bo gelê Kurd tê bilêvkirin; gelê Kurd ji xwe ji aliyê nêrîn, hest û ruhî ve ji dewletê qut bûye. Ti têkiliya gelê Kurd bi dewletê nema ye. ”Hozat da zanîn, ku gelê Kurd êdî li hemberî dijberiya dewletê, sîstema xwe ya demokratîk ava dikin û got, “Berxwedana xweseriya demokratîk, li hemberî dijberiya dewletê têkoşîna ji bo avakirina sîstema xweseriya demokratîk, avakirina demokrasiya herêmî û damezrandina sîstema demokratîk e. Lewma têkoşîna parastina hebûn û azadiya xwe ye. ”
ANF/BEHDÎNAN