
Parlamenterê HDP’ê yê Elihê Alî Atalan li Meclîsa Tirkiyeyê di hevdîtinên bûdceyê de axivî. Atalan di axaftina xwe de bal kişand ser polîkayên qeyûman ên li dijî Êzîdiyan û li ser biryara hilweşandina mala sersaxiyê ya Êzîdîyan helwêst nîşan da. Atalan her wiha got, nehiştine ku ew Cejna Êzî pîroz bikin.
Atalan got, li gundê Êzîdiyan Efşê yê bi ser Nisêbînê ve qeyûmê ku hatî ser Şaredariya Nisêbînê biryar daye ku mala sersaxiyê ya ku Êzîdiyan bi derfetên xwe çêkirine hilweşîne û ceza dide.
Qeyûm mala sersaxiyê
Atalan got, ‘’Ji bo ku mirovên li Ewropayê li gundên xwe venegerin gund weke qada sît radigihînin û piştre jî biryara hilweşandin û cezayê distînin. Lê beriya ku mala sersaxiyê were çêkirin bi qeymeqam û saziyên têkildar re axivîne, hatiye pejirandin û wiha mala sersaxiyê hatiye çêkirin. Lê hêzên ne meşrû dikevine dewrê û biryara hilweşandinê distînin. Ev hiqûqeke çawa ye, wijdan û exlaqekekî çawa ye? Ez bi xwe ti maneyê nadim vê, yê ku maneyekê didine fermo bila bibêjin. Ev têkiliyên qirêjî mafyayî divê di cih de werin deşîfrekirin û di cih de mudaxeleye hewce were kirin."
Atalan bi domdarî dîsa bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê yên li dijî baweriyên cihê, û Êzîdiyan û got, "Cejna Êzî ku yek ji cejna Êzîdiyan e, îna bihurî bû. Ji bo vê min xwest seriyekî bidim Êzîdiyên li kampa AFAD’ê ya li Midyadê. Lê mixabin li gel hemû hewldanên min, min nekarî bikevim kampê, min nekarî cejna mirovan pîroz bikim. Ên bawermend û ne bawermend cejnan pîroz dikin, her kes hurmetê ji vê re digire. Bi rastî jî min fêhm nekir, çawa li kampa AFAD’ê ku Êzîdî lê dimînin, em li qeymeqam digerin, li Seroktiya AFAD’ê digerin, em li walî digerin, em diçine heta ber deriyê kampê lê nikarin bikevin kampê. Ez bi parlamenteriya xwe, ku parlamenterekî Êzîdî me, nikarim cejna mirovan pîroz bikim.’’
ENQERE