Bi hezaran malên dîrokî yên Qersê ji ber polîtîkayên AKP-MHP’ê bi zanebûn tên hilweşandin. Ji van malên dîrokî tenê çend heb mane.

Li Qersê gelek şaristanî ava bûn. Herî zêde di dema Ûrartûyan de derkete pêş ku weke pêşiyên Kurdan tên naskirin. Qersa ku xwedî dîrokeke gelekî dewlemend e, şopa gelek şaristaniyan hîna lê heye. Avahî û berhemên Ûrartûyan, Medan, Ermeniyan, Rûsan û gelek şaristaniyên din lê hene. Hin ji van avahiyên dîrokî bi sedan salî ne, hinek jî bi hezaran salî. Lê tişta ku tê serê van berhemên dîrokî hemûyan, hewldana tinekirina wan e ku bi polîtîkayên dewletê bi zanebûn tê kirin. Ji ber polîtîkaya talan û hilweşandinê bi hezaran avahiyên dîrokî ji holê rabûn. Şaredariya Qersê ku bi salan e bi mejiyê AKP-MHP’ê tê birêvebirin, carinan eşkere carinan jî veşartî avahiyên dîrokî yên Qersê tine dike. Tevî ewqas hewldanên hilweşandin û têkbirinê jî li vî bajarê qedîm hîna jî avahiyên dîrokî tên dîtin.

Malên dîrokî xira dikin

Hema hema li hemû kolanên Qersê malên dîrokî hene. Hinek ji wan hîna li pêş çavan in, hinek hilweşiyane, bûne xirbe. Dîroka her yekê ji wan bi sedan salî ye, lê tevî vê yekê jî kes heta niha xwedî li wan derneketiye. Yek ji wan jî nehatiye restorekirin. Restorekirin li aliyekî, şaredariya AKP-MHP’ê ji bo şopa gelên Kurd, Ermenî û gelên din jê bibe, çi jê hatiye, kiriye. Pirraniya avahiyên dîrokî yên li navenda bajarê Qersê rûxiyane. Yên mayî jî beşek ji wan ji aliyê saziyên dewletê ve, hinek jî weke kargeh tên bikaranîn.

Avahiyên dîrokî yên Qersê bi giranî ji qatek, du qat û sê qatan pêk tên û bi taybetmendiyên mîmarî yên Qersê hatine çêkirin. Stûnên derve yên van avahiyan hatine neqişandin. Hundirê wan jî bi giranî korîdoreke mezin heye û ji gelek ode û salonan pêk tên.

Her derê bajêr dîrok e

Anî ku bi navê “Bajarê 1001 Dêran” tê binavkirin, rewşa xwe ji ya avahiyên dîrokî yên li Qersê ne cudatir e. Bajarê dîrokî yê 48 kîlometreyan dûrî Qersê, li qiraxa çemê Arpaçay ê nêzî sînorê Tirkiye-Ermenîstanê ye. Bajar di serdema xanedaniya Bagratûnî ya Ermenî de navendeke girîng a hêz û çandê bû. Avahiyên Anî ku di Lîsteya Demkî ya Mîrateya Cihanê ya UNESCO´yê de cih digire, roj bi roj ji holê radibin.

 

ANF / QERS