Hevdîtinên li paytexta Qazaxistanê Astanayê, yên di navbera rejîma Beşar Esed û komên çete yên muxalefetê de bê encam derbas bûn. Tevî hewldanên Rûsiya û Tirkiyê jî, lê dîsa derket holê ku ihtîmala lihevhatinê û ilankirina agirbestek mayinde gelekî kêm e. Diyare ku rejîma Esed piştî biserketina li Helebê hewl dide demê bidest bixe û hin derdoran li aliyê xwe bide hev da ku bi temamî komên çete yên muxalefetê têk bibe. Ji bo van komên çete jî xweş diyar bûye ku êdî ew ê bi riya zorê nikaribin rejîmê birûxînin û mîna berê alîkariya eskerî dê ji aliyê Tirkiyê nema bistînin. Enqere û Moskov her yek dixwaze bi riya hevalbendên xwe di şerê ku li Sûriyeyê birêve diçe de bi biryar û gotin be. Enqere ji xwe re komên çete wek hevkar dîtine û Moskov jî xwe dispêre rejîma Esed ya di heman demê de hevkara Iran û Hizbulaha Lobnanê ye. Bi riya van kartan dewleta Tirk û Rûsiya dixwazin bandora xwe li tevahiya herêmê bikin û heta di nava astek navnetewî jî giraniyek stratîjî ji bo xwe misogir bikin.

Lê divê mirov li rastiya rewşê û şerê ku li ser rûyê erdê diqewime, binêre. Niha rejîma Esed bi hevkariya eskerî ya Rûsiya dixwaze tevahiya Şamê û bejahiya wê bigre dest. Şam, navenda welat, başûr û Heleb. Ev armanca rejîma Esed e. Bi vê şêweyê tenê Idib di destê Cebha El– Nûsra û Dêr Al Zor û Palmêra di destê rêxsitina DAIŞ de dimînin. Ji bo şerê van her du rêxsitinan, Esed dizane ku dê hemû cîhan alîkarê wî be. 

Kesek nikare eşkere banga alîkariya bi van her du rêxistinan re bike. Loma Esed dixwaze wek qonaxeke destpêkê, hêzên çeteyan yên li jêr navê muxalefeta nerm û “Artêşa Azad“ tevdigerin, tesfiye bike û dawî li El Nûsra û DAIŞ´ê vegere. Eger ev hêzên çete yên muxalefetê hatin tesfiyekirin û bêbandor bûn, êdî kesek nikare behsa lihevkirinê yan jî beşdarbûna di desthlatdariyê de bike.

Tişta balkêş ya li Astanayê rûda ew bû ku nûnerê çeteyan/muxalefetê, ew kesê bi navê Mihemed Elûş, bi dijwarî bi ser Kurdan û hêza wan ya parastinê de diçû, di her axaftina xwe de evî Elûşî dixwest ku YPG, QSD û PYD mîna “rêxsitinên terorîst“ bên binavkirin. Ew her weha li dijî sîstemeke federalî bû û “yekîtî û yekgirtina axa Sûriyeyê“ dubare dikir. Li gel Elûş hin berpirsên ENKS´ê jî heman tişt digotin. Çeteyên ENKS´ê yên li jêr biryara PDK´ê û AKP’ê hewl didin Rojava bê statû bihêlin û navên YPG, QSD û PYD´ê bixin nava lîsteya terorê. Di axaftinên nûnerên ENKS´ê de diyar bû ku karê wan yê sereke ew e ku YPG, PYD, QSD wek terorîst bên îlankirin, Rojava beravêtî bibe û bikeve destê dijmin. Çeteyên ENKS´ê li gorî biryara PDK´ê tevdigerin. 

PDK jî li her devera ku mafên axaftinê digire, êrîşî Rojava û PYD dike û ji dewletan dixwaze ku ew destê alîkariyê li ser Rojava û QSD bibirin. PDK bi neyarên Rojava û komên çete re hevkariyê dike. Ew çeteyên ku li Rojava kuştin û talankirin meşandine, îro hevalbendên PDK’ê ne û li Hewlerê ji aliyê mala Berzanî ve tên pêşwazîkirin. Her wiha di warê diplomasî de jî PDK ji Amerîka û Ewropa dixwaze ku alîkariya eskerî li ser QSD bibire û Rojava mîna “terorîst“ nas bike û wek alternatîv komên çete/artêşa azad ji xwe re hevkar bibînin. Ev yek beriya demekê ji devê Mesrûr Berzanî di hevdîtineke li Amerîka derket. Her wiha niha PDK li jêr talîmatê AKP’ê hewl dide hêzek eskerî ava bike û wê bişîne Rojava ji bo alîkariya çeteyan û şerê QSD´ê.

Di vê navberê de hêzên QSD´ê dor li bajarê Tebqa girtine û berê xwe dane bendava Firatê ya stratejîk. Eger QSD vê heremê bigire, destê çeteyên DAIŞê derxe, wê demê tevahiya elektrîka Sûriyeyê dikeve bin destê QSD´ê. Jixwe piştî hatina Trump alîkariya eskerî û ya lojistîkî ji bo QSD´ê zêde bûye. Ew berpirsên rêveberiya Obama yên ji bo sazkirina têkiliyan û wek muxateb li gel QSD´ê hatibûn wezîfedarkirin, hemû di cihê xwe de mane û ji aliyê Trump ve nehatine guhertin.

Şerê li Sûriyeyê dê dewam bike. Ev şerê 6 salan yê bûyî şerekî heremî, di çend hevdîtinan de bi dawî nabe. Tişta ji bo Kurdan û Rojava girîng ew e ku ew hêza xwe ya avakirin û parastinê xurttir bikin. Tecrûbeya xwe bi sazî û dezgehên demokrat dewlemend bikin û zêdetir ciwanên pêkhateyan beşdarî nava refên QSD´ê bikin, da ku ev karibin xwe û heremên xwe biparêzin. 

Sibe xelkê Reqayê, piştî ku ji dagirkeriya DAIŞ´ê xelas bû wê wiha bibêje, "Ji bo Suriyeyê çeteyên Astanayê, AKP û ENKS nikarin bibin paşeroj. Tenê Rojava û QSD modela çareseriya ya herî baş in."