Qereqola Topçular berê jî bi bûyeran hatibû rojevê û herî dawî di 4'ê Gulana 2012'an de welatiya bi navê Bedriye Demîr (64) ji aliyê leşkerên wê qereqolê ve hatibû gullebarankirin û ji lingê xwe birîndar bibû. Niha jî ji ber wê qereqolê bikin kelehkol, bû sedema nerazîbûnên nîştecihên gund. Berî niha jî ku biryar hatibû girtin 5 kîlometre li jora gund "kelehkol"ek, bê çêkirin ji ber nerazîbûnên welatiyan hatibû betalkirin. Lê niha ji nû ve dest bi çêkirina qelehkolekê ku Qereqola Topçular jî dixe nav xwe hatiye kirin. Qelehkola tê çêkirin erdên niştecihên gund jî digire nav xwe û ev mijar guman zêdetir kirine. Welatiyê bi navê Îbrahîm Demîr anî ziman ku li gundê xwe, ne qereqol û ne jî kelehkolan dixwazin.


'Guleyan direşînin'
Demîr diyar kir ku nikarin erdê xwe bi kar bînin û dema tarî dikeve erdê nikarin ji malên xwe derkevin. Demîr wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber qereqolê em nikarin biçin ser erdê xwe û sewalvaniyê bikin. Me gullebaran dikin. Di tarîtiyeke herî biçûk de gullebaran dikin. Me daxwaza rakirina qereqolê kiribû lê niha kelehkolê çêdikin. Ev nayê qebûlkirin."
Welatê bi navê Îhsan Kaçmaz ê 47 salî jî nerazîbûn nîşan da û got ku ew li gund ne qereqol ne jî kelehkolê dixwazin. Kaçmaz diyar kir ku ji ber qereqolê dest ji çandinî û sewalvaniyê berdane û heke çêkirina kelehkolê bidome wê gundê xwe biterikînin.  Rêveberê Rêxistina BDP'ê ya Hênê û yek ji niştecihê gund Şukru Tektaş jî diyar kir ku bi pêkanînên OHAL re rû bi rû ne, tu huzura wan nemaye û 28 sal in di bin dagirkeriyê de ne.


METÎN ÎNAN-HAYRÎ DEMÎR /DÎHA/AMED