Tevî ku meh li ser pêvajoya Rêbere PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin derbas bû, tê ragihandin ku heta niha ji hikûmetê tu gavên ber bi demokratîkbûnê ve nehatine avêtin. Yek ji daxwazên herî esasî yên ji gavên divê bên avêtin mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Nîqaşên der barê perwerdeya bi zimanê dayikê jî di pêvajoyeke ku demeke kurt ji sala nû ya perwerde û hînkariyê re maye zêde bûn. Di Komîsyona Lihevhatinê ya Destûra Bîngehîn a Meclîsê de jî di mijara perwerdeya bi zimanê dayikê de lihevhatinek çenebûye weke xeteriyekê tê nirxandin. Serokê Enstîtuya Kurd a Stenbolê Zana Farqînî yê daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û helwesta AKP'ê ya li hemberî vê nirxand da xuyakirin ku AKP, rastiya Kurdî zimanê dayikê yê gelekî ye ji nedîtî tê. Farqînî da xuyakirin ku ev helwest jî pêvajoyê di aliyê neyênî de bandor dike û di pêvajoya çareseriyê de niyeta esasî di nêzîkatiya li hemberî zimanê dayikê de derketiye holê.


Niyeta AKP'ê ya çareseriyê nîn e  

Farqînî di berdewama nirxandinên xwe de da xuyakirin ku bi pêvajoya çareseriyê re nîqaşên di xebatên ji bo destûreke bingehîn a nû de li ser du xusûsên esasî zêde bûne, yek ji wan sê xalên destpêkê yên Destûra Bingehîn in a ya din jî têkildarî zimanê perwerdeyê ye. Farqînî bi vê ve girêdayî got ku AKP bi derketina li dijî mafê perwerdeyê yê bi zimanê dayikê bi awayekî aşkera nîşan daye ku niyeta wê ya çareseriyê nîn e. Farqînî da xuyakirin ku Serokwezîr hîn jî îddîa dike perwerdeya bi zimanê dayikê, 'Wê welat parçe bike' û bal kişand ser van xalan: "Serokwezîr dibêje, polîtîkayên red, îmha, înkar û asîmîlasyonê ji holê rabûne. Ev derew in, an na çima ev pirsgirêk hîn jî çareser nebûne. Kesê hebûna xwe li ser hebûna hin kesên din ava bike tu carî nikare hebûna xwe pêk bîne. Pirsgirêk tenê bi rêya li ser esasê demokrasiyê bi lihevhatin û hevparbûnê çareser dibin. Ji rêzik û qaîdeyên gerdûnî mînak tên girtin. Lê belê zimanê dayikê ku mafekî herî însanî ye tê qedexekirin. Ya nîşan dide niyeta desthilatdariyê ya çareseriyê nîn e jî nedayîna mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ye.

Di qadên siyasî de bikaranîna ziman

Farqînî destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê Kurdî weke zimanê dayikê yê gelekî nabîne û wiha got, "AKP'ya rastiya vê erdnîgariyê ji nedîtî ve tê, Kurdî wek zimanê dayikê yê gelekî nabîne tenê weke taybetmendiyeke wî gelî yê folklorîk dibîne. Ji ber vê gavên wê yên wiha çêdibin. Naxwaze di pergala perwerdeyê de cih bigire. Dixwaze tenê di kursan de bê dayîn an jî wek zimanekî vebijêrkî bê xwendin. Farqînî, anî ziman ku tenê kursên ziman û an jî di dibistanan de wek zimanekî vebijêrkî xwendina Kurdî ne çareserî ye, rêya çareseriyê bicihanîna daxwaza mafê herî esasî yê "Perwerdeya bi zimanê dayikê" ye. Farqînî di berdewama axaftina xwe de got ku ya hikûmet qebûl nake bikaranîna ziman a di qadên siyasî de ye û wiha berdewam kir: "Wê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bê qebûlkirin. Eger bê qebûlkirin wê bi kîjan awayê wê bê qebûlkirin. Ev girîng in. Ji ber hem perwerdeya wê heye hem jî hîndekariya wê heye. Şêwazê ku di qada xizmetê ya dewletê de bê bikaranîn heye yek jî bi şêwazekî devkî. Di rastiyê de hikûmet aşkera naxwaze Kurdî bibe zimanê perwerdeyê, naxwaze di qadên fermî yên dewletê de bê bikaranîn.

'Divê behsa tu etnîsîteyan neyê kirin'

Farqînî der barê xebatên destûra bingehîn û şewazê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê di destûra bingehîn de divê bi çi awayî cih bigire de jî ku nirxandin kirin wiha got, "Bêyî navê tu etnîsîteyan derbas bibe, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê pêwîst e ji bo tevayî gelan bikeve garantiyê, lê eger wê behsa gelê tirk bê kirin, divê behsa gelên din an jî behsa gelê Kurd jî bê kirin. Her wiha ev xusûs bi esasgirtina prensîbên gerdûnî divê bên kirin." 

KADRÎ OZKAN/DÎHA/STENBOL  




Heyecana xwendekaran a sertîfîkayan


Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Êlihê, ji bo 28 xwendekarên ku perwerdehiya xwe ya serdema Havînê temam kirin merasîma sertîfîka dayînê pêk anî.
Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Êlihê, ji bo 28 xwendekarên ku serdema Havînê tevlî atolyeya zimanê kurdî bûn û perwerdehiya xwe temam kirin merîsîma sertîfîka dayînê pêk anî. Merasîm li avahiya Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Êlihê pêk hat. Di merasîmê de rêveberê KURDÎ-DER’ê Zubeyîr Çelîk, mamostên KURDÎ-DER’ê û xwendekar amade bûn. Merasîmê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hate destpêkirin û mamoste û xwendekaran bi hevre sirûda “Ey Raqîp” xwendin. Beranamê bi axaftina rêveberê KURDÎ-DER’ê ya Êlihê Zubeyîr Çelîk destpêkir. Çelîk, diyar kir ku bi salane ji bo zimanê kurdî li gel van bedel û têkoşîna ku hatiye dayîn jî di vê pêvajoya hesas û girîng de hêj zimanê kurdî ji nedîtî ve tên. Çelîk, wiha got: “Ev qurs û têkoşîna me ya ziman li hember kesên dibêjin “Zimanê kurdî ne zimanê perwerdehiyê ye” peyamek û helwesteke. Ka bila werin bibînin zimanê kurdî yê pwerwerdehiyê ya an jî ne perwerdehiyê ye.”
Çelîk, anî ziman ku zimanê kurdî mafê wan ê herî rewa ye û wiha got: “Em ji kesî tu tiştekî naxwazin. Tenê mafê zimanê dayika xwe dixwazin. Lê mixabin dîsa wek her tim û berê li pêşiya zimanê me dibin asteng û red dikin. Li aliyekî zagona ziman tê rastkirin û li aliyekî jî rayederên hikûmetê dibêjin ‘Zimanê kurdî di rojeva me de tuneye’. Dê gelê Kurdvan gotinan qet qebul neke. Heta ku kesayeta Kurdû tîpa kurdî hebe dê têkoşîna vî zimanî bê meşandin.”
Piştî axaftinê mamosteyên KURDÎ-DER’ê sertîfîkayên 28 xwendekaran ên ku asta yekemîn û duyemîn bi dawî kirine dane wan. Piştî merasîma sertîfîkayan rêveberê KURDÎ-DER’ê Çelîk helbesta xwe ya li ser ziman nivîsandiya ya bi navê “Barê giran evîna ziman" xwend. Piştî Çelîk, xwendekarek jin jî helbesta “Ku dil dîlber be” ya helbestvan û nivîskarê bi navû deng Baba Tahirê Uryan xwend. Pişt re merasîm bi dawî bû. 

ÊLIH