Parêzerên Buroya Sedsalê ya Hiqûqê, piştî Şerşêwirmendê Tayyîp Erdogan û parlementerê AKP’ê yê Enqereyê Yalçin Akdogan, diyar kir ku dê ji bo ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nikaribe talîmatan bide rêxistinê di zagonan de sererastkirinê bikin, bersîv dan û pirsa „Hûn dê van sererastkirinên zagonê di kîder Makeqanûnê, DMME’ê û PMME’ê de bi cih bikin“ pirsî.
Serşêwirmendê Serokwezîr Tayyîp Erdogan û parlementerê AKP’ê yê Enqereyê Yalçin Akdogan, der barê operasyonên li ser navê „KCK“ê pêk hatin û „Tecrîda’ li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin, daxuyanî da rojnameya Zamanê. Akdogan, operasyonên qirkirina siyasî parast û careke din diyar bû ku ev operasyon ji aliyê AKP’ê ve tê rêvebirin. Akdogan li ser astengiya ku zêdeyî 100 rojan e li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin jî wiha got: „Divê rewşa Ocalan baş bê lêkolînkirin. Ji bo ku Ocalan talîmatê nede rêxistinê di vê mijarê de bawerim em dê hin guhertinan bikin.“ Piştî vê daxuyaniya Akdogan Parezerên Buroya Sedsalê ya Hiqûqê bertekên xwe anîn ziman. Parêzeran pisa „Hûn dê vê guhertinê di kîder hiqûqê de bi cih bikin. Ev guhertin li dijî Dadgeha Mafên Mirovan û Peymana Mafên Mirovan e.
Parêzerê Buroya Sedsalê ya Hiqûqê Îbrahîm Bîlmez, destnîşan kir ku ev guhertin li dijî Makeqanûnê, DMME û PMME’ê ye. Bîlmez, anî ziman ku parêzer 105 rojin nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin û li ser muwekîlê wan tecrîdek giran tê meşandin. Bîlmez, bilêv kir ku di serdemên berê de jî gotibûn „Dê der barê Ocalan de hin guhertinên zagonî bên kirin“ û pişt re ji bo Ocalan zagonên taybet hatibûn derxistin. Bîlmez, destnîşan kir ku Akdogan, gotibû „Di tu welatên cîhanê yên demokratîk de girtiyek nikare li girtîgehê gefan bixwe û rêxistina terorê bi rêve bibe“ wiha got: „Ev helwesta Akdogan ne rast e. Li tu derê cîhanê ji bo kesekî zagonên taybet nayên amadekirin. Ev niqaş di serdema ku makeqanûna sivîl tê amadekirin de ne rast in.”
Bîlmez, destnîşn kir ku ji ber hiqûqa taybet a li hemberî muwekîlê wî Ocalan 105 rojin nikare bi parêzeran re hevdîtin bike. Bîlmez, destnîşan kir ku hemû hevdîtinên ku bi Ocalan re dikin tev tên qeydkirin û tomarkirin. Gortinên Akdogan li dijî rastiyê ne û rastiyê berovajî dike. Rawşa ku wekî Akdogan anî ziman tune ye. Ji xwe hemû hevdîtin di bin qeydan de tê kirin û aşkere ye. Dewlet jî û her kes jî vê yekê baş dizane. Ev sererastkirin û guhertinênku Akdogan bahsa wan dike li dijî hiqûq û peymanên navneteweyî ye. Raste rast kesan dike hedefa xwe.“
Bîlmez destnîşan kir ku ji ber ev guhertin dê li dijî qanûnê be, dê ji aliyê makeqanûnê ve jî neyê qebûl kiin. Bîlmez bi bîr anî ku li Tirkiyeyê di rojevê de „makeqanûneke sivîl û demokratîk“ heye û qanûneke ku astengkirina hevdîtinên bi muwekîlê wan Ocalan re bigire rojevê dê ne li gorî ruhê pêvajoyê be. Bîlmez wiha axivî: „Di pêvajoya ku nîqaşên makeqanûneke nû tê kirin de heke serarastkirinên qanûnî yên ku muwekîlê me Ocalan bike hedef dê bibe sedema ku kurd li hemberî çêkirina makeqanûna nû baweriya xwe winda bikin û li aliyê din jî dê xebatên makeqanûna nû pûç bike. Dîsa serarastikirineke wisa ku şexsekî bike hedef dê li dijî hiqûqê be jî.“

Bîlmez anî ziman ku di warê teknîkî de jî serarastkirineke wisa ya ji bo muwekîlên an Ocalan nemumkun e û got ku heke sererastkirineke wekî Akdogan vedibêje bê kirin dê hemû girtiyên ku di heman statuyê de ne jî bigire nava xwe û ji ber vê yekê jî hişyarî kir. Bîlmez destnîşan kir ku hiqûqa navneteweyî jî dê desturê nede tiştekî wisa û axaftina xwe wiha bi dawî kir: „Sererastkirineke ku şexsekî bike hedef dê ji DMME’yê vegere û li dijî PMME’yê be jî. Ji ber vê yekê jî serarastkirineke wisa nikare bê kirin. 4 dozên muwekîlê me Ocalan li DMME’yê hene. Dîsa ji ber ku hevdîtinên me tên astengkirin me serî li DMME’yê jî daye.“

ENQERE/STENBOL 




Ji bo roja înê serî li dozgeriyê dan



Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku ji bo hevdîtinê serî lê dabûn û bi hinceta betlaneya cejnê ye serlêdana wan hate redkirin ji bo ku roja înê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin careke din serî li dozgeriyê dan.
Serlêdana Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin roja çarşemê serî li dozgeriyê dabûn. Lê serlêdana wan bi hinceta betlaneya cejnê ye hatibû redkirin. Parêzer ji bo ku roja înê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê û Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê dan.
Ji 27’ê Tîrmehê heta niha ji bo ku Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne destûr nayê dayîn. Astengkirina hevdîtinê 105 roj in didome. Astengkirina hevdîtinê bidome yan jî bi dawî bibe dê bersiva ku roja pêncşemê ji Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê diyar bibe.