
LUQMAN GULDIVÊ
Doçentê li Zanîngeha Wageningenê ya li Holanda Joost Jongerden, pisporê civaknasî û antropolojiya beridînê ye û weke mekan jî Tirkiye û Kurdistan navenda elaqeya wî ya zanistî ye. Jongerden dibêje, Tirkiye ji ber ku bi pêvajoiya siyasî nekarî bi tevgera Kurd a siyasî, dest avêt pêvajoyeke şerî ku pirsgirêka Kurd ji nû eskerî kir. Li gorî wî alternatîfa Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûriyê alternatîfeke siyasî ye ji bo Sûriyê ku di meydana navneteweyî kêm hatiye qebûlkirin.
Li ser şerê li Bakurê Kurdistanê û berxwedana xwerêveberiyan Dr. Joost Jongerden îşaret bi peywenda hevdîtinên di navbera dewleta Tirk û aliyê Kurd de dike û dibêje; “Dewleta Tirk xwe dabû nav pêvajoyeke siyasî heta bi sala 2015´an. Lê belê wê di heman demê de dît ku ev pêvajoya siyasî tevgera Kurd marjînal û lawaz nake, encama wê nabe şikandina tevgera Kurd. Wê dît ku xuya ye ku tevgera Kurd û çepê Tirk xurttir dibin. Me dît ka HDP di hilbijartinên 7´ê Hezîranê de çawa bi ser ket û kir ku AKP pirraniya xwe ya parlemanterî ji dest bide. Tevgera Kurd, HDP vegeriya parlemana Tirk wekî hêzeke ku ji demên berê hemûyan xurttir. Ji ber vê yekê dewleta Tirk biryar da ku pêvajoya siyasî rawestîne. Lewma wê nedikarî bi rê û navgînên siyasî zora tevgera Kurd bibe û biryar da ku bikeve nav pêvajoyeke eskerî. Bi vî rengî wê pirsgirêka Kurd ji nû ve eskerî kir.“
Xelkê navçe û bajaran li welatê xwe man
Li ser planên muhtemel ên dewleta Tirk ên bi xerakirina bajaran jî Dr. Joost Jongerden îşaret bi wê yekê kir ku kêm agahî hene li ser planên dewleta Tirk, û wiha dewam kir: “Tişta em dibînin ew e ku Tirkiye naxwaze bi awayekî siyasî rahêje pirsgirêka Kurd lê bi rêyên eskerî dixwaze bi vê pirsgirêkê re miamele bike. Zehmet e mirov bibêje ku koçberiyeke bi darê zorê heye; ez piştrast nînim ji wê yekê ku xelkê navçeyên xerakirî yên wekî Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û Sûrê koçberî rojavayê Tirkiyeyê dibin. Zehmet e mirov vê bibêje, lewma em bi planên Tirkiyeyê yên elaqedarî vê yekê hîna zêde nizanin.
Tişta em dibînin ew ku xelkê li Sûr, Nisêbîn, Şirnex, Cizîr, Silopiyayê diman, bar nekirin û neçûn rojavayê Tirkiyeyê û ew li herêmên Kurd man. Ev girîng e, ew di heman demê de meyildar in li herêma Kurd bimînin. Ango em çavdêriya koçberiyeke giştî ji Kurdistanê ber bi Tirkiyeyê ve nakin hîna.”
Ji bo lihevkirinê aliyê sêyem pirr girîng e
Ji bo çareseriyeke muhtemel a sizasî jî Jongerden dibêje, “Bi ya min divê mirov ti caran hêviya xwe ji tiştekî nebirre, ango pêvajoyeke lihevkirinê wê timî mumkin be. Lê di heman demê de halê hazir di navbera herdu aliyan de ti nîşanên destpêkirina lihevkirin û lihevbihurînê nînin. Heger pêvajoya lihevkirinê ji nû ve dest pê bike, bi ya min pirr girîng e ku aliyekî sêyem navcîtî û navbeynkariyê bike. Ev aliyê mijarê timî ji aliyê delweta Tirk û AKP´ê ve nedihat dîtin yan jî dihat talîkirin, çawa ku bibêjin bi vê hikûmetê pêvajoyeke lihevkirinê û lihevbihurînê mumkin e. bi her halî bi vê hikûmetê ev pêvajo bi ser neket.
Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê alternatîf e
Li ser alternatîfên siyasî yên ji bo aloziya li Sûriyê Dr. Joost Jongerden îşaret bi Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê dike û dibêje, “Ew alternatîfek e ji bo bicihkirina sîstemeke siyasî ya nenavendî ku tê de xelk û kom xwedî gotin in di biryardan û pêkanînê de. Ev alternatîfeke siyasî ye li dijî dewleta yekgirtî û navendî, li dijî siyaseta milîsan, li dijî siyaseta nasnameyan û mezhebî. Pirsgirêk ew e ku ev alternatîfa siyasî li meydana navneteweyî têra xwe nehatiye qebûlkirin.
Nûneriya wan li Astana û li Cenevreyê jî nebû. Dema mirov lê dinihêre, aliyên sekter ên mezhebî, di navê de mixalefet jî û artêşa azad a Sûriyê jî mezhebî ne. Ango niha di navbera du aliyên mezhebperest de muzakere hene li Astana. Me dît ku ji xwe yek ji pirsgirêkên ku dikin şer bi dawî nebe, mezhebperestî ye. Ango li Astana hewltêdayîn ku pirsgirêkê bi sedemên pirsgirêkê çareser bikin.
Berjewendîperestiya aliyan şer dirêj dike
Dr. Joost Jongerden herî dawî dibêje, çareserî ji bo pirsgirêkên Sûriyê di warê siyasî de hebe û wiha dawî li gotinên xwe bîne: “Helbet çareseriyek ji bo pirsgirêkên sereke ên li Sûriyê heye, lê belê pirsgirêka sereke ew e ku gelek alî û nexasim jî gelek aliyên biyanî di nava pirsgirêkê de hene ku xwedî ajandayên xwe yên siyasî ne. Û ew ji bo çareseriyeke li Sûriyê di rastiyê de ne di nava hewldanên cidî de ne, bi pirranî jî berjewendî û ajandayên xwe didin pêş. Rûsya, Tirkiye, Îran û yê din hene, bi vê yekê jî ew arîşe û şerî li sûriyê dirêjtir dikin.
Bi giranî Tirkiye û Kurdistan
Joost Joongerden doçent e li zanîngeha Wageningenê ya li Holenda û pisporiya wî ya di beşa civaknasî û antropolojiya beridînê de li ser Tirkiye û tevgera siyasî ya Kurdan e. Bi pirranî jî li ser analîzên civakî-mekanî û civakî-siyasî dike li ser beridîna gundewariyê, felaket û şeran de. Ew bi xwe ji bo elaqeya xwe ya ji bo lêkolînê dibêje, "Elaqeyeke min a taybet heye ji bo lêkolîna mekan (hilberîn) ji perspektîveke xwe disipêre peywendiyan, a navtêdana siyasî û tebakirina siyasî ve. Di karê xwe de ez li mekanan wekî encama kirinên rabihuriyê dinihêrim. … Herêmên ku giraniya awir û hizra min li ser jî Tirkiye û Kurdistan in, lê belê tecrûbeya min a lêkolîna li ser Hindistan, Gana, Ekwator û Holendayê jî heye."
Di nava pirtûkên Joost Joongerden yên derçûyî de hin mijarên girîng ev in:
*Communal Democracy: The Social Contract and Confederalism in Rojava (Demokrasiya Komunal: Peymana Civakî û Konfederalîzm li Rojava), tevî Michael Knapp (2016 Comparative Islamic Studies)
*The Kurdish Issue in Turkey: A Spatial Perspective (Pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê: Ji perspektîfeke mekanî), tevî Zeynep Gambetti (2015 Routledge)
*The Settlement Issue in Turkey and the Kurds, an analysis of spatial policies, modernity and war (Pirsgirêka Îskanê li Tirkiyeyê û Kurd, analîzeke siyasetên mekanê, modernîte û şer) (2007 Brill)