Piştî sê rojên din, AKP'ê ji desthilatdariyê diçe. Tirkiyeyek bêxwedî li holê dimîne.
AKP'e, li Rojhilata Navîn macereya dawî ya Birayên Misilman e.
Operasyonên li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Amedê û deverên din ne AKP'ê dike. Emerîka û Erebîstana Siudî dike. AKP'e ji bo ku têkçûna xwe dereng bixe, wek muxtarê Emerîka û Siudî haraket dike. Di operasyonên li dijî AKP'ê de, polîsên kontra cih bigirin jî, kesî nadê bawer kirin.
Ya duyemîn, divê Kurd desturê nedin ku AKP'ê, operasyonên li dijî DAIŞ'ê ji bo hilbijartinan bike amurê propagendê. AKP'e hostayê xapandin, derew û çepeliyan e.
Divê, Kurd ji tuxmê kew, yên li cem AKP'ê jî nexapin û di hjilbijartinên 1'ê Mijdarê de, mohra xwe li guhertina dîrokî bidin.
Rewşa Erdogan ku berê destûbirakê Beşar Esed bû, piştre bu dijminê sereke yê Esed, îro jî ketiya nava hewldanan ku car din navbera xwe û Esed xweş bike. Ev dîmenê, nexweşiya şîzofrenîk ya dîktatoran e. Êdî di şerê Suriye de, aktor jî hatine guhertin. Rusya bi hamleyeke nû, hevkarên xwe zêde kirin, Iraq, Lubnan tevlî vê eniyê bûn.
PDK'e, vê rewşê wek firset dibîne û mîna AKP'ê, PKK kiriye hedefa xwe. Hemberî ku Şingal teslîmî çeteyên DAIŞ'ê kirin jî, dîse argumentên Şingalê derdixê pêş û serî li lîstikan dide. Ev ji bo Kurdan metirsî ye. Divê raya giştî ya Kurd, rewşenbîrên Kurd entelektuelên Kurd, dengê xwe li PDK'ê bikin. PDK'e, bêyî gerila nikarê Başûrê Kurdistanê biparêze. Qeyrana li Başûr dikarê bibe teqînek civakî.
Pirs giring e, serê mirov tevlîhev dike.
Pirsgirêka Sûriye ketiye pêvejoya çareseriyê, Kurdên Rojava aktorên sereke ne, sîstema xweseriya demokratîk bingeha sîstema nû ya Sûriye ye.
Ev tê wateya ku Rojhilata Navîn, bi saya Porojeya Ocalan ya gelemperî, ber bi sîstemek gel, demokrasiyek radîkal diçe. Îsraîl, li dijî projê dernakevê, Siudî lotikan dide. Lê Siudî, wê heta kengî bi tonan amûrên tiryaqê, cebilxane ji çeteyên DAIŞ'ê re, bi balafirên mîrzadeyan xwe bişîne? Wilo dewam bikin, malbata qiraliyeta Siud jî, wê bikevê rewşa malbata Erdogan û selefkariya Hecî Pepe û Zaraf efendî.
Tirkiye nema dikare xwe ji dewleta tempon rizgar bike. Êrîşên li dijî Hêzên YPG/YPG'ê şantaj in û hewldanên provaqasyonan e. Erdogan û Qesra Erdogan, di rewşeke palyoço û karîkaturîstî de ne, Kurd jî di qonaxek starejiya navneteweyî de ne.
Di roja hilbijartinên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de, tevahiya cîhanê, ji bo Roja Kobanê wê li kolanan be. Kurd, êdî di rewşek jeostratejik û jeopolitik de ne. Tirk, Erdogan û Qesra Erdogan, ji serketina Kurdan ditirsin.
Metirsiyek li pêşiya Kurdan heye; divê rêbazên birêz Ocalan jibîr nekin. Birêz Ocalan di bin tecrîdek giran de ye, lê felsefeya wî, hevkarî, yekîtî, jiyana hevreyî ya gelan e, demokrasiya rastî ye. Divê Kurd hêza xwe û hêza gelên li herêmên xwe, gelên cîranên xwe bikin yek û hêza dîrokî bidestbixin. Di serketinê de serxweş nebin, di afirgerî û ji nû ve avakirina herêmên serbixwe de, (kanton) bi serxweşî haraket nekin û nekevin davika sîstema bazirganiya selefkarî. Ji siyaseta reel birevin, ya gelerî bikin hedefa xwe.
Divê Kurd hêzên Awrasya li ber çavan bigirin. Ev staretejî biqasî hilbijartinên 1'ê Mijdarê giring e.
Vêce: Tirkiye di şerekî hundir de diçe hilbijartinan.
Patronê Qesrê Erdogan, wek hilbijartinên 7'ê Hezîranê, li arêna siyasî gurzê xwe dihejîne: Her roj avanturên cûda yên baskên civakê, li Qesrê kom dike. Lê dikê û nake, ji nostaljiya arabesk rizgar nabe. Heta jê tê, kaosê zêde dike, tirsê belav dike, panîkê dikê rojavê. Herî dawî, lîderên baweriyên cûda li Qesrê kom kirin û got, “Osmaniyan hej ji avaniyên banê bilind dikir”. Ev nexweşiyek epîlepsî ye. Ji ber ku Erdogan bumerengî ye û qet bîrnebir ku mînariya sedsala navîn, heta şoreşa karsaziyê jî ew bû. Erdogan bi berçavikên hêstiran li cîhanê dinêre, wek “imam”ê parzemîna cîhanê, tenê rastiya xwe dibîne. Xwe bi aqil, herkesî jî ehmeq dibîne.
Belê: Têkçûna Artêşa Tirk ya Zapê li Bakurê Kurdistanê berdewam dike. Tecrîda li dijî Ocalan çiqasî dijwar bikin jî, felsefeya Apo wek xeta sêyemîn li cîhanê, bûye roja Kobanê û li tevahiya cîhanê wek ala hêviya paşerojan tê bilind kirin.
Divê gelê Kurd, gelên li Tirkiyê, (Tirk jî di nav de), civakên xwedî baweriyên cûda, demokrat, aştîxwaz, şoreşger bi giştî, di 1'ê Mijdarê de biçin ser sendoqan, dengên xwe bidin HDP'ê. Bi vî rengî projeya demokratîkbûna Tirkiyê, îradeya gelan, biratî, wekhevî û bi aîdiyeta nasnameyî û kulturî, faşîzma AKP'ê têkbibin, îradeya xwe, bi serketinek dîrokî tacîdar bikin. Pirranî Tirk, desturê nedin ku nexweşekî diktator, Tirkiyê ber bi şerekî hundir bibe.