Armanca min ne tewanbarkirineke nepixandî, ne jî reşkirine. Gava mirov daneyên li ber dest dirûberîne. Dîbîne ku di navbera Kenan Evren û serkariya Erdogan de tu cudahî nabîne. Bi tevahî dişibin hev. Ji bo vê; em hin tiştên di her du serkariyan de pêkhatine birûberînin, Wê çaxê rastî bi xwe derdikeve.
Dema mirov li egerên cintayên leşkerî dinêre, dibîne ku li ser bingehê talûkeya têkçûna, al, netew, ziman, dewlet û parçebûna gel ûhwd. hatiye rûniştin. Erdogan jî di her dev-vekirinê de tek al, tek ziman, tek dewlet û welat dibêje. Di vê dawiyê de jî „tek dîn“ jî lê van tektekan zêdekir. Niha cûdahiya di navbera wan de çi ye?
Cûntayên leşkerî bi giranî boneyên wek terorîzim ketiye nava gel sazî û partiyan, êdî sazî, partî û gel nikanin xwe ji wan biparêzin, jiwê jî ji bo selameta dewlet û gel dest datînin ser serkariya welêt. Erdogan jî heman tiştî kir, bi boneya sendîqa, baro, partiyên Kurd û Kurdan ji endamên KCKê ango terorîstan paqijkirinê, li gel wê qaşo rê ji kesên wekî wan difikirin re vekirinê, dest bi dagirkirin û êrişan kir û bê navber mirovan digirin. Ma herdû bone jî ne yek in? Bê guman cudahiyekê heye. Di hedefa AKPê de tenê Kurd û dostên Kurdan hene! Lema ew ji cuntayê nijadperest û faşîsttir in.
Dema cûnta leskerî hate ser text, berê her tiştî parlamentoya hilbijartî dan girtin, şaredariyên ne li gor pîvana wan bûn jî, hatin girtin. Qedexeya hilbijartina bi sedan kesan jî danîn. Erdogan jî di dema vê serkariya xwe de, berê bi destê saziya hilbijartinê qedexe li pêş hilbijartina bi sedan kesan danî. Ji dehan zêdetir parlementerên hatine hilbijartin, di zîndanê de bende hîştiye. Jî sihî zêdetir şaredarên hilbijartî û bi sedan encûmenên bi raya gel hatine hilbijartin jî kiriye zîndanê. Ma tiştên cunta leşkerî, Erdogan û şurekaya wî kirî ne heman tiştin? Bê cudahiyekê; Di hedea Erdogan de tenê parlementer û şaredarên Kurd hene! Ev jî dagirkeriya wîya nijatperest û faşîstî nîşan dide.
Dema cunta hat ser kar, di bin navê „dadgehên ewlekariya dewletê“ de „dadgehên leşkerî“ da demezirandin. Wan dadgehan bi sedhezaran mirovên bê guneh avêtin zîndanan. Dadgehkirinek li gor daxwaziya cuntakaran li dar bû. Erdogan jî li gor sextekariya sentêza Tirk-islam navê wan dadgehên leşkerî guhezand „dadgehên taybet“ li gel wê fermana girtinan da destên polêsan, ew li ser daxwaziya serkariyê û dewleta paşperdê ya fetullahiyan her roj lîsteyan amadedikin û mirovên hilbijartî û bê guneh digirin, bê egerekî davêjin zîndanan. Ma bêsinciya dadî ya Cunta leşkerî û ya Erdogan ne wek hev in? Bê cudahiyek dadgehên Erdogan bi sextekariya turk-îslam boneyan diafirîne.
Di dema cuntayên leşkerî de tu kesî nedikanî serhengê leşkeran, generalan û berpirsiyaran rexne bike, kê ew rexnebikirana dihatin girtin. Ma niha kes dikane li dijê Erdogan tiştekî bike, bibê je? Welo xwe şaş bikin, bibêjin jî, bi tilî li bakirina Erdogan tên girtin. Rast çi cûdahî di navbera dîktatoriya wan de heye? Tenê cil û bergên sivîl!
Di dema cuntayan de rojnamewanên serbixwe, demoqrat û yên nediketin xizmeta generalan dihatin girtin. Di dema Erdogan de jî wiha ye, kîjan rojnamewan xwe şaş bike û li dij Erdogan rexneyekê binivîse, yan jî xeta û kêmasiyekê wî bibîne, hima ji kar tê avêtin, yan jî tê girtin. Rojnamewanên girtî yê di dema AKPa Erdogan de ji yê cuntayê zêdetir e. Ma di vê rewşê de Erdogan ne dîkdator e? Disa cudahiyekê heye, yên Tirk ji kar tên avêtin, yên Kurd têngirtin, bê dadgehkirin di zîndanan de tê rizandin.
Di dema cûntayê de bi sedan xwendekar hatin girtin, hin profesor ji kar hatin avêtin. Di dema serkariya Erdogan ya vê sala dawiyê de nîzîka sêhezar xwendekar (sedî nod û pênc Kurd in) hatine girtin û gelek endamên perwerdeya bilind jî ji kar hatine girtin. Ma ev ne faşîzm û dîktatoriya cûntayî ye? Hê ji wê wêdatir e.
Di dema cuntayan de grev û limafêxwegerîna karkeran qedexe bû, gelek sendîkavan hatibûn girtin. Di dema Erdogan de jî piraniya grevan hatin qedexekirin, heta karkerên balafirgeha Stanbolê ji kar jî hatin girtin, bi sedan endamê KSK ê yên Kurd di zîndanande ne. Wê çaxê çima xweşbîn û hin der û doran hêviya xwe bi vî dîktatori ve girêdan û hê didin? Ji evîna rantwiriyê!
Di dema cuntayê de yek bi yek mirov dihatin kuştin, yan jî îdamkirin. Di dema vî dîktatorê nav Erdogan de, bi gazên kîmyevî şerwanên azadiyê bi komî hatin qetilkirin, di kemînên bêbext de kom bi kom hat hatin kuştin. Di encamê de li Roboskiyê ciwanên Kurd bi bombebaranên bi fermana Erdogan hatin qetilkirin. Li girtîgeha Ruhayê bi komî hatin şewitandin. Dema Kenan Evren dîktatorê leşkerî ye, gelo, çima ev Erdogan bi kêmasî nebe dîktatorê faşîzma kesk? Yan ji berku cubbeyê Tirk-islam li xwe kiriye?
Ku rastî ev e, ango kirinên cunta leşkerî û kirinên Erdogan heman tişt be, Wê çaxê her du jî ne heman dîktator in? Dê mirov çawa bikane hêviya aşitiyê hêviya pirsgirekên civakî, hele hele hêvîya çareserkirina kêşeya Kurd û Kurdistanî bi du gotinên ji nav lêva vî dîktatorî derdikeve ve girê bide. Çima navê yên din „cunta leşkerî“ navê vê dîktatorî li gel peyva demokrasiyê tê bilêvkirin? Vê derfetê kî dide vî dîktatorî. Lê wê ev dîktator jî bi encama bersiva gel têkbiçe, û cezaya layîq bibîne.
AKP û Cunta leşkerî ew û aşitî?