Kurdistanî li bajarê Koln ê Elmanyayê li hev civiyan û girtina qenalên radyo û televîzyonê ku Med Nûçe, ÎMC TV, TV 10 û Zarok TV jî di nav de ne, şermezar kirin. Çalakî, ku ji aliyê rêxistinan sîwanî ya Kurdê li Elmanyayê NAV-DEM û pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve hat destekkirin, li Ebertplatzê dest pê kir û bi mîtînga li qada Medîaparkê dewam kir. Kurdistanî û dostên wan ji bajarên Koln, Dusseldorf, Bonn û derdora wê tevlî çalakiyê bûn.

Li qada çalakiyê axaftin hatin kirin, belavok hatin xwendin û êrîşên li ser medya Kurd û demokratîk hatin şermezarkirin. Çalakgeran ji raya giştî ya navneteweyî xwest, zextê li dîktatoriya Erdogan bikin û pêşî li desteka Yekîtiya Ewropayê ya ji bo vê dîktatoriyê bigirin.

Hevserokê KCD-E Yuksel Koç, nûnerên televîzyonan, Seroka berê ya Egîtîm-Senê Sakîne Esenyilmaz, ji FEDA’yê Ozgur Oz, ji Rêxistina Jinê Cenî Ayten Kaplan û Seroka AGÎF’ê Şafak Denîz li çalakiyê axivîn.

Kurdên li Darmstadt Eûtelsat protesto kirin

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bi mîtîngekê ve zextên li ser televîzyonên Kurd hatin protestokirin. Di mîtîngê de Hevserokê NCKD Merdan Kaçmaz axivî, anî ziman ku siyaseta qirêj a Erdogan û biryara tarîkirinê ya Eûtelsatê têkîldarî hev in, got wê serî li ber vê biryarê netewînin. Kaçmaz îfade kir ku wê heta dawî xwedî li dezgehên medyayê derkevin.

Li Parîsê ji bo Med Nûçe û Newroz Tv çalakî

Li ser daxwaza Tirkiyê girtina televizoyên Kurd ên ji hêla Eutelsatê ve li Parîsê hate şermezarkirin. Nêzî 140 kes tevlî meşa li stesyona metroyê ya Lournelê bû. Di meşê de ku zarok û jinan dovîz hildabûn meclîsa Parîsê ya TEV-ÇAND’ê, ACTÎT, ADKH û Komeleya Pîr Sultan Abdal jî amade bûn. Çalakvan bi pankarta ‘’Eutelsat amûra sansûrê ya dewleta Tirk e’ meşiyan. Dirûşmeyên ‘kujer Erdogan hevkarê sûc Eutelsat’, ‘ji sansûrê re na’ hatin bezkirin û dowîzên ku hevkariya dewleta Tirk û Etulsatê şermezar dikin hatin hildigrtin. Çalakger nêzî kîlometroyekê meşiyan, li stesyona Balard a li ber bînahiya Eutelsatê mîtîngek hate kirin. Li vir axaftvanan xwest ku Eutelsat biryara xwe ya sansûrê paş ve bikişîne. Ji îro û pê ve 3 rojan wê standa agahdarkirinê were dayin. Stand wê li nêzî bînahiya Eutelsatê wer danîn.

Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê, bi vê armancê li meydana Vîeûx-Port a Marsîlyayê çalakiyeke protestoyî lidar xist. Di çalakiyê de gelek jin û zarok amade bûn û çalakgeran li pişt pankarta bi nivîsa “Eutelsat amûra sanusrê ya dewleta Tirk e” dest bi meşê kirin.

DLi ber Konsolosxaneya Tirk a li bajarê Lyon ê Fransayê, girtina Med Nûçe, Newroz TV û hemû qenalên çapemeniya azad û mûxalîf, hate şermezarkirin. 

Saziyên tevlî çalakiyê bûn û destek dan, ev in: l’intersyndicale de l’éducation, CGT Educ’Action du Rhône, SUD ; Education du Rhône, FSU, UD CGT du Rhône, Solidaires Rhône, Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî-Lyon, Centre Culturel Mésopotamie Lyon, ATÎK, Centre Culturel Alévi Lyon AKM, YDG, Charjoum, Association de solidarité France Kurdistan du Rhône, Amitiés Kurdes de Lyon, Mouvement Français Pour le Planning Familial du Rhône, Coordination des Groupes Anarchistes Lyon, Parti Communiste-Fédération du Rhône, Nouveau Parti Anticapitaliste Rhône, Ensemble Rhône, alternative Libertaire Lyon. 


NAVENDA NÛÇEYAN