Di dîroka Tirkiyeyê tu hikûmet bi qasî hikûmeta AKP’ê wiha bê tirs û paxav tevnegeriyabûn. Hikûmetên berê dema tiştekî nelirê dikir, hewl didan ku wî tiştî bi awayekî veşarî û nuxamtî bikin. Lê belê hikûmeta AKP’ê çi dike bi awayekî vekirî dike, hesabê tu kesî jî nake.
Di doza Hrant Dînk de digel hemû bertek û nerazîbûnên raya giştî jî dadgehê bi ya xwe kir û kujer ne wekî endamên rêxistinekê, lê wekî kesên jirêzê darizandin û wisa ceza dan wan. Di erdheja Wanê de AKP’ê digel hemû pest û pêkutiya raya giştî jî bajar wekî qada afatê diyar nekir û destê alîkariyê dirêjî gelê bajêr nekir. Wezîrê dewletê bi dilekî rihet, bê şerm û fihêt got, “Me bi diravên ku di fona erdhejê de gihîştibûn hev, rê duserî (çûn û hatin) çêkirin.”
Li aliyekî hemû mirovên ku di ber saziyeke Kurdan re derbas bûne, li ser navê KCK’ê têne girtin, li aliyê din kujerên Aydin Erdem, Şerzan Kurt û gelekên wekî wan bi xweşikî nayêne darizandin û di encamê de têne berdan. Di qirkirina Roboskiyê de tevî hemû qîrîn û hawara gelê Roboskiyê û nerazîbûna hêzên demokratîk kujer aşkera nekirin.
Gava dawîn a AKP’ê qanûna der barê perwerdehiyê de ye. Îcar jî ew dixwazin bi qanûnekê perwerdehiya mecbûrî daxin çar salan û di heşt salên mayî de jî nifşên oldar di dibistanên arizî bigihînin. Digel hemû bertekên derdorên têkildarî mijarê jî rayedarên AKP’ê deng nabin xwe û bi tenê dibêjin, “Em şaşiya ku di 28’ê Sibatê de pêk hatibû sererast dikin.” Armanc çi ye? Armanc diyar e, ji bo ku her malbat bi kêmanî sê zarokan bîne, divê ciwan û nûciwan pir zû dest bi kar bikin û zû bizewicin.
AKP bi dengên ku ji hilbijartina giştî girtin, serxweş û sermest bû. Ji ber ku di qada navneteweyî de hin tişt li gorî dilê wan AKP’ê diçin, êdî lingên wan erdê nagirin û nizanin çi dikin. Bala xwe bidinê, li welatên ereb, bi piranî destbiratên AKP’ê Birayên Misliman têne ser kar. Ji wê çêtir, li Şamê şekir e, jixwe ew jî ji bo vê yekê dixwazin li Şamê jî desthilatiyeke li gorî dilê wê were ser kar.
Rêvberên AKP’ê berê ji hêzên dewletî ditirsiyan, ew bi hesab û tevdîr tevdigeriyan. Berê wan digot, “Em gava xwe davêjin, heke kes pê li piyê me neke, em gava xwe ya duyemîn davêjin, lê heke hinek pê li piyê me bikin, em gava xwe bi paş de dikişînin.” Lê niha êdî rewş guheriye, niha dema ku yek pê li piyê wan dike, ew jî pêhna xwe li lingê wî dixin.
Îcar ev rewş dê heta kengî bidome? Helbet heta ku gel bersiveke xurt nede AKP’ê û aqûbeta gelek partiyên berê neyê serê wê jî dê rewş wiha bidome. Bersiva xurt jî bi Kurdan tenê nabe, divê gelên Tirkiyeyê bi giştî bersivekê bidin AKP’ê. Li Kurdistanê çendî bersiveke xurt were dayîn jî encam naguhere. Jixwe ev demek e AKP’ê hêviya xwe ji Kurdan qut kiriye, rayedarên AKP’ê çavên xwe berdane dengên neteweperestan, lewre jî hesabê Kurdan zêde nakin. Heke wisa nebûya Bulent Arinç der barê zimanê Kurdî de tiştên wisa beredayî nedigotin.
Ji ber vê yekê projeya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) pir girîng e, lê belê di vê projeyê de jî xebateke li gorî vê girîngiyê xuya nake. HDK hê jî ji sînorên xebateke marjînal derneketiye. Ji bilî wê jî, ji projeyeke gelan wêdetir, rengê hevgirtina çend rêxistinan dide. Heke bi vî rengî bidome, zêde tiştek jê dernakeve. Ew ê mîna KCD’ê ji armanca xwe dûr bikeve û nikaribe pêşengiya gel bike.
AKP û Tevgera Demokratîk