Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê hilbijartina parlamentoyê li dar e; lê bûyerên tên jiyîn, mîna îlankirina şerekî li dijî Kurdan e. Rojek tuneye ku Kurd rastî êrîşeke kes û komên faşîst neyên, bûro û navendeke HDP’ê neyê şewitandin û aktîvîstên Kurd neyên girtin… 

Wekî tê zanîn; ji ber ku dewleta Tirk riyên siyaseta demokratîk ji Kurdan re girt, Kurd neçar mabûn bi rê û navgînên cûda, hebûn û nasnameya xwe biparêzin. Bi têkoşîna şerê çekdarî ya 40 salî re pêşiya tunebûnê hate girtin. Kurd îro li her çar parçeyên welêt ji bo mîsogerkirina mafên xwe, têkoşîna statûyekî siyasî didin. Helbet dixwazin vê yekê, bi riyên demokratîk û aştiyane pêk bînin...

Têkoşîna Kurdan di heman demê de, rejîmên serdest ên li ser bingehê înkar û tunekirina Kurdan hatibûn avakirin, bi guherînê re rû bi rû hişt û dihêle. Li hinda pêşketinên dîrokî yên li Başûr û Rojava, li Bakur jî li ber rejîma Tirk, xeynî nasîna mafên Kurdan ên netewî tu rê nemaye. Lê pirsgirêk ew e, di rêveberiya dewleta Tirk de desthilatdariyeke bi hêz, wêrek û demokrat nîne ku pêşiya çareseriya pirsgirêkên civakî veke û rejîmeke demokratîk li Tirkiyê ava bike. 

Heta niha Kurd bi pêşxistina şerê çekdarî û bi têkoşîna bi navgînên şîdetê dihatin rexnekirin, lê niha dewleta Tirk bi xwe, bi hemû hewldanên xwe, dixwaze Kurd dîsa dest bi şîdetê bikin û bona vê yekê jî bi rojane di nava êrîş û lîstikan de ye. Rejîma Tirk bi rêveberiya Serokomar R.Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP’ê xilasiya xwe bi destpêkirina şerekî li dijî Kurdan re girêdayîne. Her roj li dijî xebatên HDP’ê û aktîvîstên wê êrîş û provokasyonan organîze dikin ku tekoşîna Kurdan dîsa bi şîdetê ve girêdayî were dîtin. Erdogan û AKP di heman demê de, bi vê yekê re dixwazin îmaja Tevgera Azadiyê ya Kurdî ya ku li qadê navneteweyî her diçe ‘meşrû’ tê dîtin, reş bike û polîtîkayên înkar û tunekirinê bêyî asteng berdewam bike...

Di derheqê demokrasî, aştî û aramiyê de êdî tiştekî ku Erdogan û AKP bide xelkên li Tirkiyê nemaye. Kampanyaya xwe ya hilbijartinê bi tehdîd, heqaret, nifir û tirsandina xelkê û mûxalefetê dan meşandin. Ji xwe him li hundir him jî li derveyî Tirkiyê tu qîmet û rêzdariya wan nemaye; tu kes rû nade wan û navê wan bi despotîzm, totalîterîzm û piştgiriya bi El Nûsra û DAÎŞ’ê re tê bilêvkirin...

Wer xuya ye; ku partiya Kurdan û demokratên Tirkiyê HDP wê di parlamentoya piştî 7’ê Hezîranê pêk were de bi bandoreke mezin şûna xwe bigire û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdî û pirsgirêkên din ên civakî zemînê demokrasiyê firehtir bike. Ev yek wê bandorê li ser pirsgirika Kurdî ya li parçeyên din ên Kurdistanê jî bike. Têkoşîna Kurdan a li Başûr, Rojava û Rojhilat wê ji serkeftina HDP’ê hêz, moral û motîvasyona bilindkirina têkoşîna azadiyê bigirin...

Wer xuya ye; ku Tirkiye û xelkên li Tirkiyê ji îro şûnde zêde nikanin R.T.Erdogan û AKP’ê wek barekî giran ê paşverû, dijdemokrasî û despotîzmê li pişta xwe bigerînin. AKP, ji ber ku êdî tiştekî ku bide xelkên li Tirkiyê nemaye, eger bi serê xwe nebe desthilatdar, wê belav bibe. Siyaseta li Tirkiyê wê bikeve dûv lêgerînên nû. Bi feraseta siyaseta kevin tu pirsgirêkên li Tirkiyê çareser nabin. Ji ber vê yekê jî eger aktorên siyasî nexwazin rejîma Tirk hilweşe, wê mecbûr bimînin, ku di serî de pirsgirêka Kurd, li ser çareserkirina pirsgirêkên civakî serê xwe biêşînin û çareseriyên demokratîk jê re bibînin...

Hêvî ev e; ku AKP aktorê şerxwaz û despotîk ê dawî bibe û HDP bi hejmareke zêde ya parlamenteran di parlamentoyê de şûna xwe bigire. Li Tirkiyê siyaseta demokratîk pêş bikeve û hemû pirsgirêkên civakî bi riyên demokratîk bên çareserkirin...