Qeyûmê dewleta Tirk ê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê desteserkirî, Cûmalî Atîlla, lîsteya birayê Galîp Ensarîoglû yê AKP'yî Cîhan Ensarîoglû çirand û bûyer ji Sulyeman Soylû re ragihand. Ensarîoglû li avahiya şaredariyê hate binçavkirin.
Şerê rantê ku piştî desteserkirina şaredariyan bi destê qeyûman di nava AKP'ê de dest pê kir, roj bi roj sor dibe. AKP'yiyên ku kirin Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli werin girtin û bi daxwaza birrîna cezayê bi sedan salan gilîname der barê wan de dan amadekirin, ji bo kesên nêzî xwe li rêveberiya bi darbeyê desteserkirî bi cih bikin, li ber hev didin. Birayê Wekîlê AKP'ê Galîp Ensarîoglû, Cîhan Ensarîoglû ku li Amedê bi sextekariyê tê naskirin û qeyûm Cûmalî Atîlla bi hev ketin. Wezîrê Karên Hundir ê dewleta dagirker a Tirk, Suleyman Soylû jî tevlî vî şerî bû û taliyê Cîhan Ensarîoglu dan binçavkirin.
Qeyûm lîste çirand
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên pêbawer hatin bidestxistin, roja 15'ê Hezîranê, Cîhan Ensarîoglû çû Şaredariya Bajarê Mezin û lîsteya xwe ya kesên bixe kar danî ber qeyûm. Cîhan Ensarîoglû, beriya dengdana referandûma 16'ê Nîsanê ji hilbijêran xwestibû dengê 'erê' bidin û di berdêla vê de ew ê kar bidin wan. Qeyûm Atîlla li ber vê lîsteya Ensarîoglû derket û lîste li pêş çavên Ensarîoglû çirand.
Li şaredariyê hat binçavkirin
Lê belê ji ber ku Ensarîoglû bi israr xwest, kar bidin kesên di lîsteyê de, nîqaş mezin bû. Qeyûm Cûmalî Atîlla jê re got, "Ez tenê fermanê ji serokê me Recep Tayyîp Erdogan û Suleyman Soylû digirim. Walî jî were ez fermanê jê nagirim" û li ber Ensarîoglû rabû. Û li ber Ensarîoglû, li Wezîrê Karên Hundir Soylû geriya û jê re qala rewşê kir. Soylû jî ferman da ku Ensarîoglû yekser bê girtin. Polîsên ku parêzvaniyê ji Atîlla re dike û wezîfedarên ewlekariyê yên şaredariyê ketin milê Ensarîoglû û ew radestî tîma polîsan kir.
Cîhan Ensarîoglû, Nîsana îsal bi soza ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ew xelkê bixe kar, bi milyonan pere ji mirovan komkiribû û piştre reviyabû. Ensarîoglû bi rojan neçûbû buroya xwe ya li semta Gazîler a navçeya Kayapinar a Amedê. Mexdûr jî her roj lê digeriyan.
ANF / AMED